Artêşa Misrê dest danî ser rêveberiyê
Artêşa Misrê dest danî ser rêveberiyê
Artêşa Misrê dest danî ser rêveberiyê
Artêşa Misrê makezagon cemidand û îlankir ku dest daniye ser rêveberiyê. Piştî ji bo demek kurt hikumetek demkî hate avakirin, ragihand ku dê hilbijartinên serokatiya komarê û parlementoyê werin kirin.
Artêşa Misrê ji ber sedema demê ultîmatoma ku dayî Serok Komar Mihemed Mûrsî tejî bû, îlan kir ku makezagon cemidandine. Biryarên ku artêşa Misrê girtin, Serfermandarê Misrê û Wezîrê Parastinê Abdulfettah El Sîsî ve hate aşkera kirin.
El Sîsî xwest ku cewherê peyamê were fêmkirin û got, “Ji bo hevpeymana netewî serokatî jî di nav de li gel hemû dezgeh û enstituyan xebat hatiye kirin.” El Sîsî behsa civînên li gel muxalif û lîderên olî jî kir û plana pêşdîtina ji krîza siyasî derketinê aşkera kir. El Sîsî ragihand ku, di nava planê de bi demkî makezagon hatiye cemidandin û got, “Dê hikumetekî teknokrat ya demkî were avakirin.” Dê di demek kin de hilbijartin werin pêkanîn.
Di civîna ku El Sîsî û generalên din bi lîderên muxalif û olî li derdora demjimêr 20:00’an bidawî bibû. Di heman deqîqeyan de ajansa nûçeyan a fermî MENA jî aşkera kir ku, artêş dê nexşerêyê ragihîne. Ajansê ragihand ku, li gorî nexşerêya nû ya dê bê aşkera kirin, piştî demek kurt dê hilbijartinên serokkomartiyê û parlementoyê bên li darxistin.
Artêşa Misrê piştî ku wextê dabû Serokkomarê Misrê Muhammed Mûrsî qediya tank û leşker şandin kolanên Qahîreyê. Artêşê qesra ku Mûrsî têde ye dorpêç kir û li tevayî rêyên tên qesrê bend danîn.
Televîzyona El Cezîre, ragihand ku tevayî alîkaran Mûrsî terk kiriye û tenê maye.
Artêşê beriya dorpêçkirina qesra Serokkomariyê der barê Mûrsî, hin rayedarên asta bilind a hikûmetê û lîderên rêxistina Birayên Misliman de derketina derveyî Misrê qedexe kir. Leşkeran, alîgirên Mûrsî yên li cem Zanîngeha Qahîreyê kom bibûn jî dorpêç kir. Hat ragihandin ku li derdora zanîngehê hem alîgirên Mûrsî û hem jî muxalif bi daran digerin.
Her wiha muxalifan li Qada Tehrîr dest bi pîrozbahiyan kirin. Piştî hat bihîstin ku qesra Mûrsî ji aliyê artêşê ve hatiye dorpêçkirin girseya qelebalix a li Tehrîr dijberî Mûrsî û birayên Misliman de dirûşmayan dibêjin û piştgiriya xwe ya ji artêşê re tînin ziman.
Li gelek herêmên bajêr jî bi sedhezaran mirovên derketine kolanan piştgiriyê didin pîrozbahiyên li Tehrîrê. Muhammed Mûrsi, hema piştî wextê ku artêşê dabûyê qediya ku banga “Yekîtiya raman û avakirina hikûmeteke koalîsyonê" kiribû hem ji aliyê artêşê û hem jî ji aliyê muxalefetê ve nehatibû qebûlkirin.