Artêşa ku li Misrê derbe kir gel vexwende kolanan

Artêşa ku li Misrê derbe kir gel vexwende kolanan

Serfermandarê Giştî yê artêşa Misrê Ebdulfetah El Sîsî ku endamê Birayên Misilman Serok Komar Mihemed Mûrsî bi derbeyê ji peywirê dûrxistibû, bang li gel kir ku roja Înê ‘li dijî terorê’ derkevin kolanan.

General Sîsî ji bo artêş “tundî û terorê bidawî bike” daxwaza piştgiriya gel kir. Sîsî da diyarkirin ku, ew banga ‘tundiyê’ nake ew tenê ‘hevgirtina netewî’ dixwaze û got: “Ez dixwazim gel roja Înê dakeve qadan û ji bo polîs û artêş li hemberî bûyerên teror û tundiyê tekoşînê bide rayeyê bide.”

Weke din jî Sîsî îdiayên weke di nava artêşê de dabeşbûn heye jî direwand û got: “Ez li ser navê sond dixwim, artêşa Misrê yek perçeye.”

Sîsî di derbarê artêşa ku mudaxeleyî siyasetê kir û Mûrsî ji peywirê dûrxist jî axivî û diyarkir ku, “Min serokkomarê berê ji bo bibe serokkomarê hemû Misriyan  hişyar kir.”

Piştî demek kurt daxuyaniya Sîsî, rayedarekî paye bilind yê Birayên Misilman Îsam El Eriyan jî got, ‘banga xwepêşandanê’ ya artêşê “gefeke” û destnîşan kir ku, bang dê xwepêşandanên alîgirên Mûrsî ne rawestîne.

Li Misrê ji 3’ê Tîrmehê ku piştî Mihmed Mûrsî bi derbeyê ji peywirê hate dûrxistin heya niha alîgirên Mûrsî xwepêşandan pêktînin.