BI DÎMEN

Aram Tîgran di salvegera 15’emîn a wefata xwe de hat bibîranîn

Hunermend Aram Tîgran di salvegera mirina xwe ya 15'emîn de li ser gora xwe ya li paytexta Belçîka Brukselê hat bibîranîn.

Hunermendê Aram Tîgran di salvegera mirina xwe ya 15'emîn de li ser gora xwe ya li paytexta Belçîka Brukselê hat bibîranîn.

Hunermendên TEV-ÇAND û hezkiriyên Aram Tîgran tevlî merasîma bîranînê bûn.

Merasîma bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Hozan Şemdîn axivî û qala jiyana muzîkê û kesayeta Aram Tîgran kir. Hozan Şemdîn diyar kir ku Aram Tîgran bi stranên xwe pira navbera Ermen û Kurdan ava kir, ji bo xurtkirina têkiliyên çandî yên di navbera her du gelan de hewl da. yek ji mînakên herî berbiçav ê vê hevgirtinê ye.

Şemdîn bi bîr xist ku wesiyeta Aram Tîgran ew bû ku li Amedê bê veşartin û got: “Lê dijminê hov nehişt. Em ê bi rizgarkirina axa xwe, rojek were û gora wî bibin ser axa ku wî daxwaz dikir li ser bimîne.”

Piştre hunermend Beser Şahîn û qala xizmeta Aram Tîgran ji bo hunera Kurdî kir.

Nivîskar Kaşkar Urmiye jî axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser hunera Aram Tîgran ku dibêje, “Dema min li strana ‘hey lo delal’ guhdarî kir, min got divê ev deng her tim zindî bimîne” bi bîr xist.

Piştî axaftinan hunermend û hezkiriyên wî qurnefîl danîn li ser gora Aram Tîgran û stranên wî gotin