Adem Uzun hat berdan
Adem Uzun hat berdan
Adem Uzun hat berdan
Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Adem Uzun ê nêzî 10 mehan e li paytexta Fransa Parîsê girtîbû hat tehliyekirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin edaleta Fransa bi şertê di bin çavdêriyê de be biryara tehliyekirina Adem Uzun da. Tê payîn ku Uzun îro ji girtîgehê derkeve.
Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Adem Uzun, di 6’ê Cotmeha 2012’an de li semta Montparnasse ya Parîsê bi komployekê di barekê de hatibû girtin.
Adem Uzun ê li Girtîgeha "La Santê" ya Parîsê derket holê kiribûn kemîneke ku ji bo servîsên ewlekariyê yên Fransizan tê organîzekirin.
Sedema girtinê jî ku wek “Ber bi Başûrê Kurdistanê ve bazirganiya çekan” hatibû nîşandan derket holê ku ew jî parçeyekî ji wê komployê ye.
Îxbara ku Adem Uzun kiribû hedef ji Tirkiyeyê hatibû. Agahiyên ku ji aliyê ANF û sîteya ActuKurde ya Kurd ku bi Fransî weşanê dike bi dest xistibûn, Kesekî bi navê Noel Delarosa ê karên tarî dike di komploya li hemberî Adem Uzun de rolekî sereke lîstibû ku navê wî yê rast Noel Dubus e.