Abbas: Swêdê biryareke wêrek û dîrokî stend
Abbas: Swêdê biryareke wêrek û dîrokî stend
Abbas: Swêdê biryareke wêrek û dîrokî stend
Lîderê Filistînê, biryara Swêdê ya naskirina dewleta Filistînê nirxand û biryar silav kir. Abbas bang li welatên rojavayî kir, ku bidin dû Swêdê.
Lîderê Filistînê biryara hikûmeta Swêdê ya naskirina dewleta Filistînê nirxand û got, "Ez biryarê silav dikim, biryareke dîrokî û wêrek e." Abbas destnîşan kir ku divê welatên din ên rojavayî jî bidin dû Swêdê.
Berdevkê lîderê Filistînê Mahmûd Abbas Nebîl Ebû Rûdeîna daxuyanî da û biryara Swêdê dîrokî û wêrek bi nav kir.
Abbas ragihand ku ev biryara Swêdê bersivek li tedbîrên Îsraîlê yên li Qûdisê ye.