Şêrko Bêkes hêvî û wesiyeta xwe bi stranan li pey xwe hişt

Berî bi 9 salan hunermendê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes di temenê xwe yê 73’ê salî de hemû hêvî û wesiyetên xwe yên şoreşgerî û neteweyî bi stran û hunera xwe li pey xwe hişt û koça dawî kir.

Helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes di 2 Gulana 1940’an de li taxa Goyjeya ya Silêmaniyeyê hatiyê dinê. Lawê helbestvanê navdar Faîq Ebdilla Bêkes û Şefîqe Seîdî Westa Hesen bûye. Bavê Şêrko Bêkes, Faîk wek paşnavê xwe bêkes bû. Kalê wî di 1911’an de ji Bexdayê hat sirgûnkirin û wê demê Faîk Bêkes 7 salî bû. Çend sal şûnde dayika xwe wenda kir. Di sala 1930’an de Faîk li ser welatê xwe yê Bêkes helbest û sirûd xwend. Kurê wî Şêrko jî ji ber vê yekê gelek bi şans bû. Şêrko bi salan şûnde dê bigota ‘Li mala me find tine bû, em bi helbestan ronî dibûn’. Faîk Bêkes mamoste bû, li gelek bajarên Kurdistanê, gund û bajarokan digere. Lê Şêrko jî wek bavê xwe bêkes dimîne. Bavê wî Faîk Bêkes di 1948’an de jiyana xwe ji dest dide. Dayika wî Şafîqe xanim, kurê xwe Şêrko bi helbest û çîrokan mezin dike. Şêrko piştgiriya dayika xwe ya ji bo hezkirina helbest û Kurdî dê her tim bigota.

Helbestvan û niviskarê Kurd Şêrko Bêkes xwendina xwe ya seretayî û navîn li bajarê Silêmaniyê û Bexdayê xwendiye. Bêkes di temenê ciwantiya xwe de dest bi nivisandina helbestan kir. Bêkes di 17 saliya xwe de yekemîn helbesta xwe di heftenameya bi navê Jîn li Silêmaniyê belav kir. Helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes xwendina xwe ya Zanîngehê li paytexta Iraqê li bajarê Bexda qedand. Şêrko Bêkes yekemîn dîwana helbestên xwe di sala 1968’an de di pirtûka bi navên “Tîrifey Helbest” berhev kir. Di van salan de di bin bandora Goran û hosteyên din de ma. Xwendevanên wî sitîla wî û zimanê wî cara yekemîn di dîwana wî ya “Min Tînwyetîm be gir deşkê” a di sala 1973’an de hat weşandin de keşf kir. Di sala 1970’an de bi komek nivîskar û helbestvan re danezeneke bi navê ‘Rîwange’ weşandin. Armanca wan ev bû ku wêjeya Kurdî modern bibe.

Şêrko digot, ‘Ez dinivîsim, ji bo aciziya ziman sivik bikim, ji bo aciziya xwe sivik bikim, lê ew ji bo piştgiriya bo hezkirina helbestê, hezkirina gel bû’ û di 1965’an de tevlî nav refên pêşmergeyan bû. Bi salan di radyoya ‘Dengê Şoreşê de’ xebitî. Deng û helbestên Şêrko di guhê pêşmergeyan de bû. Dengê Şoreşê li kûrahiya Newala Balekiyan, li şikeftekê weşan dikir. Radyoya yekane dengê Başûrê Kurdistanê ya pêşmergeyan bû. Di sala 1965’an de ciwanek digot, ‘Vir cihê dengê şoreşê ye’ helbestan dixwîne. Ew dengê li çiyayê Kurdistanê deng da, 50 salan li Kurdistanê bû dengê şoreşê, dengê helbestê.

Bêkes ligel çend nivîskar û helbestvanên Kurd kovareke bi navê Rwanya derxistin. Piştî têkçûna şoreşa Îlona 1974’an hikûmeta Iraqê Bêkes şand sirgunê, bo Başûrê Iraqê bajarê Rumadî, hat dûrxistin. Lê vê carê jî hikûmeta Iraqê, Bêkes ji bo 4 salan şand sirgunê. Bêkes, di sala 1984’an de beşdarî serhildana li Başûrê Kurdistanê bû. Careke din li çiyayên Kurdistanê dikeve û bû pêşmerge. Bêkes, di 1986’an de ber bi derveyî welêt wek penaber çû Îtalya û Swêdê. Li Swêdê bû endamê Komeleya Nivîskarên Swêdê û PEN a Swêdî. Di 1979’an de Bêkes vedigere Silêmaniyê. Di 1991-1992’an de li yekem kabîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê dibe wezîrê rewşenbîriyê, lê piştî wezîriya du salan, ji ber nedemokratîkbûna parlamenê wî îstifa kir û vegeriya Swêdê. Di sala 1998’an de li Silêmaniyê ligel komeke nivîskar û rewşenbîran Dezgehê çap û pexşê Serdem saz kir û Bêkes bû serokê dezgehê.

Şêrko Bêkes di 4’ê Tebaxa 2013’an de ji ber nexweşiya penceşêrê li nexweşxaneya Karolinska a Stockholmê ya paytexta Swêdê diçe ser dilovaniya xwe. Şêrko Bêkes ji beriya biçe ser dilovaniya xwe wesiyatnameya xwe nivisîbû. Bêkes diyar kiribû di şîna wî de bila tenê muzîk hebe û gotibû: “Min li Parqa Azadî ya Silêmaniyê li abîdeya şehîdan a di sala 1983’an de hatiye avakirin de veşêrin. Li wir dê bêhna min neçike. Jinên ciwan, mêrên ciwan, hezkiriyên hev dê bibin mêvanên min.”

Helbestvan û Nivîskarê Kurd Şêrko Bêkes li parka Azadî ya Silêmaniyê hate veşartin û weke gotina wî her rojên Înê evîndar diçin serdana helbestvanê nemir Şêrko Bêkes.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Cemîl Bayik bi van gotinan qala helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes dike:

"Şêrko Bêkes yek ji çend helbestvanên navdar ên Kurd bû. Kedeke wî ya mezin di avakirina hest, ruh, hezkirina jiyanê ya demokratîk û azadiyê ya gelê Kurd de heye. Ew nirxên ku bi gelê Kurd daye qezenckirin tu caran nayên jibîrkirin. Gelê Kurd heta ku hebe hebûna jî wê hîs bike. Helbestvanê nemir ez li ser navê tevgera xwe û gelê xwe spasî û minetdariya xwe pêşkêşî te dikim! Rehet razê! Ev zarokên Kurdan ên ku helbestvanên mezin ruh daye wan, dê hemû parçeyên Kurdistanê bigihîne azadî û jiyana demokratîk. 

Helbestvanê mezin, ji ber ku dostekî min wekî te heye ez gelekî şanaz û serbilind im. Ev serbilindiya ku te bi min daye jiyîn, ez ê her dem bi bîr bînim. Bîranînên te barê ser pişta me zêdetir kiriye. Di destê me de ji layiqbûnê pêşdetir tu rêyek din tune ye. 

Ew hêz û bandora te ti caran kêm nabe û wê wisa bidome. Ew afirînerî û avakeriya te her dem dê were hîskirin. Hebûn, bandor û hêza te ya di nav gel de her roja dê mezintir bibe. Hêza helbestvanan. Hunermendan û wêjenasan heta bêdawî dê bidome. Ji ber ku ew karê pîroz dikin. Ji ber vê yekê kesayeta wan jî pîroz e. Nemirbûna wan ji vê derê tê. 

Hunermend her dem têkoşerên li dijî xirabiyê ne û bi hest û ramanên xwe her dem jiyanê diafirînin. Ji ber vê yekê heta bêhna xwe ya dawî jî bûne şervanê başiyê. Ji ber vê yekê wextê ku avakarên xweyikbûnê bûn û di têkoşîna wê de jiyana xwe ji dest dane. Di nava şer de jiyan xwe dan. Ew bûne xwediyê jiyanê û hatine asta şehîdbûnê. 

Kesên ku herî zêde xizmet ji gel re kirine helbestvan in û ev jî watedar e. Ji ber ku xizmeteke mezin ji gel re kiriye gihîştine vê rûmetê. Ji ber vê yekê heta bêhna xwe ya dawî bi moral bûn; di rehetiya ku peywira xwe ya ji bo gel bi cih anîne de jiyana xwe ji dest dane. Ji ber vê yekê helbestvan, hunermend û wêjenas bi rûkenî xatirê xwe ji vê dinyayê xwestine. Gelo jiyana mirov ji vê xweştir û watedartir heye? Wextê ku mirin nêzîk dibe û bêhna xwe ya dawî dide, moralbûn û hêvîdarî encax dibe nesîbê mirovên wisa mezin.”

Yek ji helbestên Bêkes wiha ye…

Gul bavêjin der
Ji çar werzan
Werzekî min dimire.
Eger yar bavejin der
Dudu dimirin.
Eger nan bavêjin der
Sisê dimirin.
Eger azadî bavêjin der
Sala min dimire
Û
Ez bi xwe jî dimirim.