Şekersoz: Parçeyek ji sînameya Kurd im

Rojda Şekersoz ku van demên dawî li Swêdê mohra xwe li fîlmên serkeftî dixe, li gel ku fÎlmên ji bo Swêdî û Rojaviyayn çêdike jî xwe weke parçeyek ji sînameya Kurd dibîne.

Rojda Şekersoz ku yek ji derhênera naskirî ya Swêdê ye li Dalarna ya Swêdê di 13 saliya xwe de bala wê diçe ser sînameyê. Şekersoz dibêje, ''Dema ku ez zarok bûm li Stockholmê li taxeke hejar dijiyam, wê demê min dixwest ku bibim Sûryanî. Ji ber ku piraniya mirovên ku li taxê û dibistanê min nas dikrin SûryanÎ bûn. Li Alvedalenê her kes Swêdî bû. Meyla min a li ser sînameyê wan deman dest pê kir.  Li Stockholmê ji bo ku her kes biyanî bû min hîs nekiribû ku ez biyanî me lê li Alvdalenê min pê derxist ku biyanî me. Min li wir cîhan û derdor nas kir. Meraqa min a li ser siyasetê wê demê dest pê kir.''

Xebatên Şekersoz di 16 saliya xwe de dema ku tenê koçî Stockholmê kir dest pê kir. Fîlmek kişand li ser jiyana rojane ya malbateke Kurd ku ji Kurdistanê koçî Swêdê kirî. Wê demê li Mala Çandê ya navenda bajarê Stockholmê pêşangeha wêneyan vekir, wêneyên ku li Kurdistanê kişandibû li pêşangehê danî.

Şekersoz got par biryar li ser daye ku xebatên xwe yên siyasî jî bi rêya hunerê bide û got, ''Ji ber ku huner mayinde ye, tine nabe. Ji ber vê ez ê hewl bidim ku peyamên xwe bi hunera xwe bidim. ''

Şekersoz diyar kir ew ji nêz ve sînameya Kurd dişopîne û van demên dawî Kurd fîlmên baş çêdikin û got, ''Çêkirina fîlman pir biha ye. Derfetên sînameya Kurd nîne lê ji bo ku em di nav fîlmên cîhanê de cih bigirin divê em bibin profesyonel. Lê bêhtir biyanî nexasim Rojavayî fîlmên têkilî Kurdan çêdikin. Van demên dawî têkilî Rojava fîlm hatin çêkirin .Ez li gel ku têkilî Swêdî û Rojavayiyan fîlan çêdikim jî xwe weke parçeyekî ji sînamaya Kurd dibînim.''

Şekersoz got ew lê difikire ku fîlmê bi mijara Kurdistanê çêbike û got, ''Niha lêkolînê dikim. Senaryoyê dinivisim. Mijara fîlm wê jineke Kurd be ku li Swêdê dijî û ji bo ku têbikoşe dixwaze ji Swêdê koçî Bakurê Kurdistnaê bike.''