Şaredariya Osloyê daxwaza Tirkan a li dijî pêşangeha li ser Rojava qebûl nekir

Dewleta Tirk dixwest li Osloyê pêşangeha bi navê ‘Rojava: Şoreşa Jinan’ a hunermenda Kurd Gelawêj Welidxanî rake. Meclîsa Şaredariyê ev daxwaz bi dengekî zêde red kir.

Dewleta Tirk li Osloyê gelek zext li pêşangeha bi navê ‘Rojava: Şoreşa Jinan’ a hunermenda Kurd Gelawêj Welidxanî dikir.

Hewldanên astengkirinê yên Wezareta Karê Derve ya Tirk û Sefîrê Osloyê ji aliyê Komîteya Çandê ya Şaredariya Osloyê hate redkirin.

Sefîrê Tirk ê li Osloyê ji bo rakirina pêşangehê ji 59 endamên meclîsa şaredariyê re name şand û xwest wan qanih bike. Sefîr Fazli Çorman endamên meclîsa şaredariya Osloyê jî bi ‘piştgiriya terorîzmê’ sûcdar dikir.

59 nûnerên Meclîsa Şaredariya Osloyê ji bo bidawîkirina van zextan roja Çarşemê li ser platformeke dîjîtal hatin ba hev û bi yekdengî biryar dan ku bila pêşangeh bidome.

Serokê Komîteya Çand û Perwerdehiyê yê Şaredariya Osloyê Eîvor Evenrûd ê ji Partiya Sor a Norwecê diyar kir ku ji bo rakirina pêşangehê di meha Çileyê de gef li wî hatiye xwarin.

Şaredara Osloyê Marîanne Borgen a ji Partiya Sosyalîst û Çepgir jî derbarê meseleyê got: “Ev mesele têkildarî azadiya îfadekirinê ye.”

Gelawêj Welidxanî jî diyar kir ku ew ji ber biryara meclîsa şaredariya Osloyê kêfxweş e û got: “Tirkiye tehamulî dengê jinên xurt nake lê nûnerê me Eîvor Evenrûd azadiya îfadekirinê û demokrasî parast. Tirk tehamulî vî tiştî nakin, ji ber ku ev têgeh dûrî wan e.”

Wê pêşangeha Welidxanî heta meha Hezîranê vekirî be.