Şanoya Çiya lîstika xwe ya nû 'Bûka Axê' pêşkêş kir

Koma Şanoya Çiya, lîstika xwe ya nû ya bi navê "Bûka Axê" 27'ê Adarê Roja Şanogeran a Cîhanê û di salvegera şehadeta yek ji kedkarên şanoya çiyê Yekta Herekol de li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêşkêş kir.

Pêngava TEV-ÇAND'ê û Kewana Zêrîn ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û civakîkirina bîrdoziya azadiyê dest pê kir, dewam dike. Lîstika bi navê "Bûka Axê" ya Şanoya Çiya, yekemcar di çarçoveya çalakiyên Newrozê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate nîşandan.

Şanoya "Bûka Axê" ku ji cûreyê drama û komedî ye û ji aliyê Ekîn Ronî, Zozan Qamişlo û Bêrîtan Raman ve hatiye nivîsîn, bi derhêneriya Kurdê Tavya ji aliyê 8 kesan ve hate lîstin. Di lîstikê de qala bandora şewitandin û valakirina gundan li ser civaka Kurd û nakokiya ji ber koça ji gundan ber bi bajaran ve rû dan, dike. Di lîstika şano de ku balê dikişîne ser nakokiya navbera gund û bajaran, teoriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê vegotin.

Lîstika "Bûka Axê" qala çîroka du keçên gundî yên Çerçî û Gulîstan dike. Çerçî li her gundên Kurdistanê ku diçe wir, nêrîn û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vedibêje. Gulîstan jî ku bi baldarî hemû pirtûkên Çerçî bi xwe re tîne dixwîne, dike ku hemû ciwanên li gund bixwînin. Gundî li dijî zaliman xwe bi rêxistin dikin û ji kesên dixwazin zerarê bidin wan tolê hiltînin.