Şanoger Akkûzû: Nabe ku hunermend bêalternatîf bimînin

Li şaredariyên HDP'î yên bi rêya qeyûman hatin desteserkirin karê çand û hunerê jî rawestiyan. Serokê Daîreya Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Şanoger Yavûz Akkûzû qala bandora qeyûman a li karê çand û hunerê yê li bajêr kir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya HDP'î di 19'ê Tebaxê de bi rêya qeyûm ji aliyê rejîma AKP-MHP'ê ve hate desteserkirin. Karê li Serokatiya Daîreya Çandê ya Şaredariyê jî ji ber desteserkirina şaredariyê rawestiya. Serokatiya daîreya çandê ya şaredariya bajarê mezin ku beriya desteserkirina şaredariyê hema bêjin her roj çalakiyên çandê li Amedê pêk dianî piştî ku qeyûm hate tayînkirin welê lê hat ku nikaribe çandên çandê bikin. Serokê Daîreya Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê şanoger Yavûz Akkûzû ji ANF'ê re qala bandora qeyûman a li karên çand û hunerê kir.

Akkûzû ragihand ku di sala 2016'an de piştî ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate desteserkirin wan nekarî qadekê ji bo pêkanîna çalakiyên xwe peyda bike û anî ziman, ku dema dixwestin destûrê ji qeyûm werbigirin, rêveberiya qeyûm li pêşiya wan dibû asteng.

Akkûzû got, "Piştî hilbijartinên 31'ê Adarê dema ku HDP li şaredariyê bi ser ket, di serî de zarokên ku karê çand û hunerê dikin her kesî ji bo çalakiyan daxwaza qadê kirin. Di nava 5 mehan de me karekî xurt kirin. Normal havînê ji bo festîvalê ne guncawe. Ji ber ku hunermend di wê demsalê de hewl didin berheman biafirînin, ji bo berheman dixebitin. Lê belê dema ku me ev potansiyel dît, heta tayînkirina qeyûmê duyemîn me nêzî pênc festîval pêk anîn.

Me çalakiyên şano, sînema, zarok, fîlm ên jinan û ziman pêk anîn. Ne tenê şaredariyê, rêxistinên civakî yên li bajêr hemûyan bi rengekî hevpar ev çalakî kirin. Festîval jî me bi giranî li derve pêk anîn."

Akkûzû destnîşan kir ku piştî qeyûm hate tayînkirin karê wan rawestiya û ne tenê hunera Kurdî her wiha hunera bi Tirkî jî derb xwar.

Akkûzu ragihand ku li gel bêderfetiyê divê hunermend karibin alternatîfan biafirînin û destnîşan kir ku di demeke kurt wê li avahiyeke nû navendeke çand û hunerê bixin xizmetê.