Çîroka dilê min

Etîk û estetîka berxwedanê di nav rêzikên jiyanê de veşartî ne. Li ku derê neheqî û bêedaletî hebe, ji ber ku Atakan Mahîr li wir e...

Em dibin şahidên serpêhatiyên xewnan û rêwiyê wateyê ya ku ji Elbistanê diçe Îzmîrê û ji Îzmîrê jî diçe çiyayên Kurdistanê û ji wir jî berê xwe dide Dêrsima ku dilê Kurdistanê ye.  Bi rastî jî aramî xwe li me dipêçe

Çîroka dilê min bi awayekî veşartî nêzî me dibe. Wekî helbestekê, stranekê. Razek an jî… Wekî aveke ku li lemelem ji nav bîranînan xwe bera nav ruhê me dide. Di aramiya wê avê de em xwe dispêrin rezikên ku ruhê me lê bêhna xwe dide. “Mûnzûr diherike. Daristan guliyên xwe bera nav avê dide, wekî fîlmekî çermsoran, em li guliyên daran dikevin û ber û berê avê diçin. Bi wê re bi avê re. Darên mazî bi kuja çavan temaşe dike, raza wê silav dike. Di helbesta xwe ya ‘Ji bo Rûşenê’ de te dît dibêje ‘Bila dinya bibe cihê ku ruhê mirov lê bêhna xwe dide’. Di rêzikên helbestê de ruhê me bêhna xwe dide. Li xweşiya ruhê me tê. Ma gelo her tişta ku ji ruh re baş tê, ne evîn e. Dawiya dawîn ‘ Wekî daran têr dike, şaxan bera nav axê dide…”

‘Çîroka Dilê Min’ pirtûka ku ruhê me lê bêhna xwe dide. Ji aliyê Şiyar Dêrsim û Nûjiyan Mûnzûr hate nivîsandin û Weşanxaneya Meymanê çap kiriye. Şipûşîn, kipûkesk. Pirtûkeke ku sînga wê bi helbestan tijî ye. Bi qasî ku birînekê dipêçe û şahidiyê dike ku felsefeya me ya azadiyê di nav gerîla de dikeve pratîkê, bi kêlîk û bîranînan bûye pirtûkeke zindî ya bûye wesîleya Çavkaniya Jiyanê.

Erê, pirtûkeke zindî. Xwe dispêre kêlîk û bîranînan. Di beşa yekemîn a kêlîkan de wekî roniyê di helbestên Atakan Mahîr de xwe dide der. Roniyeke ku dide ser av, ax, pel, mirov, kevir, çûk, pezkovî û hemû tiştên zindî. Di beşa duyemîn de ronî bi pênûsa Şiyar Dêrsim û Nûjiyan Mûnzûr dikeve nav bîranînan. Kêlîkên di helbestan de, bi hev re dibin bîranîn. Ronî ditewe. Ji ber ku qala Atakan Mahîr tê kirin. Te dît dibêje ‘Kêlîk û yên wê bibin bîranîn / Bîranîn dibin nasnameya me ya rastîn’ Çîroka Dilê min çîroka vê nasnameyê ye. 

Rêzikên xwe bi hesreteke bêdawî ya ji bo temamkirinê ava dike. Wekî ku diaxive, wekî ku te ji te re dibêje. Barê giran ê nîvcomayînê hildigire. Dema ku me cesaret kir em nîvê din binivîsin, belkî em ê temam bibin. Ji ber ku çîrokeke wê heye. Dibêje ‘Dema çîrokeke mirov hebe, hemû demên jiyanê tên li wê dikevin.” Berê xwe dide wê çîrokê. Ji çavkaniyê. Bêyî ku pêdivî bi gotin û navekî hebe. Wekî ku hebe. Fikra Rêber Ocalan ji ber ku qala vî tiştî dike. Zanîna hezkirinê. Felsefeya ku bi kêlî û bîranînan tolê distîne û dema ku felsefeya azadiyê di jiyanê de vediguhere hebûnê. Wekî ku dibêje ‘Gotin diqede, dil diavêje, dil divê di rîtmên wê de were xwendin.”

Em ji axê nasnameyekê dixwînin.  Ji ber ku dibêje ‘Nasnameya min ax e’. Li Dêrsimê ya ku di dilê Kurdistanê de, xwe dispêre Dayîk Dêrsimê û dostên berê. Di çîroka dilê Kurdistanê de ango li Tehtên Sor, Geliyê Harçîkê, Mercan, Mûnzûr û Dêrsimê gav bi gav wateya xwe dibîne. Û di her rêzikekê de helbestekê, cihekî, fîlmekî û newayekê bi cih dike. Ji ber ku xwe dispêre çavkaniya xwe. Di wan helbestan de yên ku bi me re diaxivin, bêhna axê heye ya ku xwe dispêre gulbangên Elewiyan, qewlên Êzidiyan û helbestên Yaresanan. 

Tişta ku kêlikan li bîranînan û li sohbetên Atakan Mahîr zêde dike, em berê xwe didin dengê rêhevalên wî yên ku mirov ji dostaniya wan têr nabe. Em av û av dimeşin. Ronî hêdîka ditewe. Şopên ku ronî dane ser dilê me, demên bi efsûn, kêlîka ku te perde çirandiye, girêdayîna bi dayikê, rêhevaltiya bi jinan, xewn û her tişt çiqasî bi hev re ne. Piştre gotina ‘Divê em xebata kok û eslan bikin’ derdikeve pêşberî me. 

Em dibin şahidên serpêhatiyên xewnan û rêwiyê wateyê ya ku ji Elbistanê diçe Îzmîrê û ji Îzmîrê jî diçe çiyayên Kurdistanê û ji wir jî berê xwe dide Dêrsima ku dilê Kurdistanê ye.  Bi rastî jî aramî xwe li me dipêçe. Etîk û estetîka berxwedanê di nav rêzikên jiyanê de veşartî ne. Li ku derê neheqî û bêedaletî hebe, ji ber ku Atakan Mahîr li wir e. Belkî şopên zanatiya axê di ruhê wî de heye. Dema em didin ser van şopan, guh dide dengê dilê xwe, em hînî bidestxistina esaletê dibin.

Rajena hevrêtiyên heqîqetê yên ku di pîvana nefesê de bêrawestan dimeşin, ewqasî zindî ye. Her kêlîka dîmen dibe bîranînên xurt. Bîranîn coşa jiyanê dixe dilê me. Dustdarem di Farisî de tê wateya hezkirina dostaniyê. An jî evîna mezin a ku lêgerînên heqîqetê ev di avêtina dil de zeft dikin. Di lêgerîna wateyê de em avêtina dilê gerîlayekî dibînin ê axa xwe li pîvana kêlîkê dixe. Di şiverêyan de em şopên qedîm dişopînin ên ku ew bi hev re lê digerin. Ji geliyên berxwedêr, ji newalên ku lingên li hemberî baranê li ber xwe didin, ji planên derbasbûnê yên ku nekevin ber siya tariyê, em ji bo bêhnvedanê diçin kêlîka herî biçûk a demê. “Em tevî dîrokeke ku bi çingeçing dilerize, dimeşin.”

Em kêfxweşiya vexwarina avê ya ji heman kaniyê, baweriya parvekirina heman razê, xeta zirav a ku jiyanê dide meşê hîs dikin. Li şiverêyên ku xunava sibehê lê zêde bûye, em dibin şahiyê dilkêşiya berbangê. Her tişt evqasî zindî ye, wekî ku diaxive bi rêhevalên xwe yên heqîqetê. Em bi hev re çayê vedixwin. Em xwê didin, bêhna xwe didin, xwe dirêj dikin, dikenin. Ji ber vê jî pirtûkeke zindî ye, Çîroka Dilê Min. Ji ber ku dil zindî ye. Avêtina dil tîrêjên rojê dide ser bîbika çavê me. Wekî tava nava rojê.

“Bîranîn diparzûnîne demê
Bêyî ku xisara wê diqedîne, wê dike zeman 
Ji dem û mekan azad
Fîlmên bîranînan dihêle”

--
“Kesên ku em ji wan hez dikin dişibin bîranînên me, bîranînên dijîn…
Em wan dibin ji dahatûyê re..
Wekî zaroktiya xwe”
--
“Dostanî tên veguheztin, dost jî veguheziyan hemû deran…
Wekî jiyana me tiştên ku me nivîsandiye jî nîvco dimîne..”

--
“Her tişt ne tecrube ye jî
Tiştên ku me nejiyane jî yên me ne
Diyalektîk rast û bêdawî be
Ew jî rojekê wê li cihekî bijîn..”
--
Azadî va ye…
Dîsa çivîk…