Çanda Kurd li 'Festîvala Neteweyan' a Tambovê hate nasandin

Li Tambovê, çand û hunera Kurdî di festîvala neteweyan de hate nîşandan. Ji ber tevkariya xwe ya li jiyana herêmê jî Kurd hêjayî xelatê hatin dîtin.

Li navçeya Tambovê ya Rûsyayê, di 15'ê Tebaxa 2020'an de Festîvala Neteweyan hate lidarxistin.

Kurdên li herêmê jî bi rengekî xurt tevlî festîvalê bûn û ji ber tevkariya xwe ya li jiyana herêmê hêjayî xelatê hatin dîtin.

Festîvala ku bi rengekî kevneşop tê lidarxistin, îsal bi beşdariya komên govendê û muzîkê yên ji neteweyên Kurd, Kazax, Ermen, Qereçî, Rûs û Tatar pêk hat.

Bi navê Kurdan koma muzîkê û govendê Koma Barîn û hunermend Elnaz Kasimova hunera xwe pêşkêş kirin.

Laçîn Îbragîmova li ser navê Kurdên li herêmê di festîvalê de axivî û têkildarî çand û kevneşopiya gelê Kurd agahî bi beşdaran re parve kir.

Di dawiya festîvalê de xelat li beşdaran hate belavkirin.