9'emîn Festîvala Filmên Kurdî li Berlînê dest pê kir

Şevê din li paytexta Elmanya Berlînê 9’emîn Festîvala Filmên Kurdî bi nîşandana filmê “Keçên Rojê” dest pê kir. Festîval wê 7 rojan bidome.

9’emîn Festîvala Filmên Kurdî şevê din li paytexta Elmanya Berlînê ji aliyê kompanyaya “Mîtos Fîlm” ve bi pişteveniya çend saziyên Elmanya li sînemaya Babîlon dest pê kir. Di roja yekemîn a festîvalê de gelek Kurdistanî, Elman û Ewropî amade bûn.

Festîval bi nîşandana filmê “Keçên Rojê” ku derhênera wê Êva Hûson e û lîstikavanê Îranî Gulşîfte Ferahanî ku qala rola fermandara jineke Kurd di şerê li dijî DAÎŞ’ê de dike. Fîlm qala berxwedana jinên Kurd a li Şengal û Rojavayê Kurdistanê dike.

9’emîn Festîvala Filmên Kurdî li Berlînê bi alîkariya sînemaya Babîlon û sînemaya Movîmento tê lidarxistin. Îsal zêdetirî 30 fîlm, kurtefîl û belgefîlmên derhênerên Kurd û Ewropî beşdar bûne. Li aliyê din di festîvalê de wê çend panelên ku qala sînemeya Kurdî û rola jin di sînemeya Kurdî û qala şervanên jin ên Kurdistanî di medya û sînemeya cîhanê de were kirin.

Fîlmên “Keçên Rojê”, belgefîlma “Fermande Aryan” ku derhêner Albo Sotora, belgefîlam “Dîstant” derhêner Leyla Toprak, belgefîlma “Berew azadî” derhêner Elîreza Mihemmedyan û belgefîlma “Diyalog” derhêner Selîm Yildiz ku naveroka hemûyan pirsa jin e wê werin nîşandan.

Li aliyê din di festîvalê de girîngiyek mezin ji bo fîlmên zarokan jî hatiye dayîn ku bi alîkariya Yekîtiya malbatên ji Kurdistanê li Berlînê (Yekmal) û Zarok Tv çend filmên Kurdî û Elmanî ji bo zarokan wê were nîşandan.