8. Kongreya zanîstê ya Karabûrûna bi dawî dibe

8. Kongreya zanîstê ya Karabûrûna bi dawî dibe

Kongreya Zanîstê ya Karabûrûnayê ku  cara 8’ê ye çêdibe îşev bi dawî dibe. Di kongrê de gelek mijar hatin nîrxandin, mijara sereke ‘desthiladarî û piştgirî’ bû.

Li navçeya Îzmîrê  Karabûrûnê Kongreya Zanîstê ya Ku cara 8’ê ye tê lidarxistin, di rûniştinên îro de ‘medya û desthiladarî’, ‘ Huner û Desthiladarî’, ‘Rewşa piştgiriyê’, ‘keda jinê û nêrina femista malbatê’, ‘rast berbi aştiyê ve’, ‘piştgirî û girtîgeh’ hatin nîşan kirin. Kongre di navbera  4-7’ê Îlonê de pêkhat wê îşev seat di 22:00’an de bi konserên mûzikê , Grubu Bandosol bi dawî bibe.

Di runiştina duh ya Kongrê de mijara ‘ Li Emerika Latîn, berxwedan û piştgirî’ hat destgirtin û balyozxaneyê Venezuellayê  Josê Gregorio Bracho Reyes, axifî û behsa têkoşiya welatê xwe ya bi salan li dijî emperyalizmê hatî meşandin kir.

Reyes, Venezûela da diyar kirin ku, pirsgirêkên perwerdê, tendoristiyê û bêkariyê  bi siyaseta Chavezî piranî hatiye çareser kirin û got:“Fermandar  Chavez, şoreşa welat û berhemên wê bi bilind kir. Mirna wî ji bo hemû cihanê windahiyekî mezin bû. Lê belê ruhê wî li gel me tê jiyan kirin. Chavez nemiriye, li gel me jiyan dike.”

Li milêdin di Kongreyê de destgehên cuda hatin vekirin. Gelek pirtûkên  weşanxeneyên cuda amadebûn pirtûkên xwe firutin.