300 koçberên qeçax gihiştin Îtalya

300 koçberên qeçax gihiştin Îtalya

Danê vê sibê 330 koçberên qeçax gihiştin Îtalya. Koçberên ku di Derya Spî re derbas bûn xwe gihandin Lampedusa û Syracuse ya Sîcîlya. Hat ragihandin ku di rê de 2 koçberan jiyana xwe ji dest daye.

Bi demsala havînê re ku pêlên deryayê ketin nav aramiyekê gelek koçberên qeçax tên Ewropayê. Êvara Çarşemê ekîbek girêdayî hêzên deryayê yê Îtalya 29 jê jin 103 koçber li Kanala Sîcîlya rizgar kirin. Hat ragihandin ku rewşa koçberan pir xerab e.  

Koçberên ku anîn Girava Lampedusa,  paşê radestî ekîbên xizmetê yên tenduristiyê hatin kirin. Tê îdiakirin ku di rêwîtıyê de zarokeke 7 salî jiyana xwe ji dest daye û cenaze avêtine deryayê.  

Her wiha komeke din a koçberan ku ji 200 kesî pêk dihat û piraniya wan jin û zarokên ku nû ji dayik bûne li Syracuse ya Sîcîlya hat dîtin. Tê ragihandin ku koçberên ji herêmên Afrîka yên ji Bin Sahrayê hatine ji bo ji Lîbya an jî Tunusê werin gelek pere dane.

Duh jî keştiyeke ku 102 koçber têde, hatibû ber perava Malta; lê ji ber qanûnên Yekîtiya Ewropayê destûr nadin koçber paşde hatibûn zivirandin.