3 sal û 9 meh li stranbêjê Kurd Bedran birîn
Li gel ku Dadgeha Îstînafê xira kir jî 3 sal û 9 meh ceza li stranbêjê Kurd Azad Bedran hate birîn.
Li gel ku Dadgeha Îstînafê xira kir jî 3 sal û 9 meh ceza li stranbêjê Kurd Azad Bedran hate birîn.
Ji ber klîba bi navê 'Partîzan', stranên ku li konsêran gotî û parvekirinên medyaya civakî stranbêjê Kurd Azad Bedran hate darizandin. Danişîn bi îdîaya ku 'propagandaya rêxistinê kiriye' li Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Amedê pêk hat.
Şandeya dadgehê 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Bedran birî, ku beriya niha Dadgeha Îstînafê biryar xira jî kiribû.