26 Filistîniyên girtî wê di nav 48 saetan de bên berdan
26 Filistîniyên girtî wê di nav 48 saetan de bên berdan
26 Filistîniyên girtî wê di nav 48 saetan de bên berdan
Îsraîl, di roja ku ji nû ve destûr da li ser xaka Filistînê avahiyên nû yên derveyî qanûnî bên çêkirin, da xuyakirin ku da nav 48 saetan de wê 26 Filistîniyên girtî berde.
Di hevdîtinên aştiyê yên di navbera Îsraîl û Filistînê de wek şertê yekemîn di hevdîtinên beriya ku li Oslo bên destpêkirin sala 1992’yan de serbestberdana hin girtiyan bû. Tê payîn ku di nav 48 saetan de koma yekemîn bê berdan. Îsraîlê dabû xuyakirin ku wê di vê mijarê de hîn zêdetir mirovên îxtiyar berde. Lê belê derbarê nasnameya kesên bên berdan de tu agahî nehat dayîn.
Îsraîl, bi giştî 104 girtiyan wê heta dawiya salê berde. Hevdîtinên ku li Washington destpêkirin wê roja Çarşemê li Qudûs û Îsraîlê bidomin.
Îsraîl ji aliyekî ve bi Filistîn re hevdîtinan dike, ji aliyê din ve jî di xaka ku dagir kiriye de koloniyên nû ava dike. Hukûmeta Îsraîlê destûr da ku li ser axa Filistinê ya hatiye dagirkirin cîgehên nû yên Yahûdiyan bên çêkirin. Wê li Qudûs û Şerîa Rojava 1200 avahiyên nû bên çêkirin.
Wezîrê avahiyan ê Îsraîl Urî Arîel, da xuyakirin ku ji 1200 avahiyên ku hukûmetê destûr dane 793 ji wan li Qudûsa Rojhilat, 394 jî li Şerîa Rojava bên çêkirin. Arîel sedema çêkirina avahiyên nû jî “Ji bo Pêdiviya hemwelatiyên Yahûdî yên li wan deran dijîn bên bersivandin” nîşan da.
Wezîr Arîel, got ku di nav salek du salan de wê dest bi çêkirina avahiyan bikin.
Endamê Komîteya Rêveberiya Rêxistina Rizgariya Filistîn Hanan Aşrawî jî biryara hukûmeta Îsraîlê ya li ser xaka Filistinê çêkirina avahiyên nû bi zimanekî tund rexne kir.
Li Şerîa Rojava û Qudûsa Rojhilat li ser xaka Filistinê ya Îsraîl dagir kiriye li 100 cîgehên derveyî qanûnî nêzî 500 hezar Yahûdî dijîn.