Sala 2012’an ji bo gelê Kurd bû sala çand û hunerê, her wiha bo sala rêxistinbûnê. Di jiyana çand û huner de pêngavên girîng hatin avêtin. Bi konferansên ku hatibûn li darxistin xebata kolektîf pêşxistin. Her wiha bi şoreşa li Rojavayê Kurdistanê jî xebatên çand û huner hatin pêşxistin. Cara yekemîn şanoya Hamlet ya ku William Shakespeare nivîsandiye bi Kurdî hate lîstin.
Sala 2012’an ji bo qada çand û hunerê bû sala xwebirêxistin kirin û sala rexnedayînê. Sazî û dezgehên çandî û hunermendan bi berhemên xwe û bi konferansên pêk anîn xebata kolektîf derxistin pêş û rêxistinbûna xwe qehîmtir kirin
Di salekê de di qada çand û hunerê de gelek geşedanên ku çand û hunera kurdî pêş bixe pêk hatin. Heke ku mirov li mantalîteya van xebata binêre ya ku derdikeve pêş ewe ku çand û hunera kurdî ya ku ji ber zext û pêkutiyên dagirkerên welatê kurdan li sirgûniyê û dîsaporayê hîma wê hat avêtin vegeriya ser xaka xwe ango vegeriya ser kok û rehên xwe. Di 2012’an de Ameda rengîn ji gelek organîzasyonên mezin û watedar re malovanî kir. Lê netenê li Amedê hema bêje li hemû bajarên Kurdistanê çalakiyên çand û hunerê di 2012’an de jî berdewam kirin.
Heke ku mirov meh bi meh li 2012’an binêre mirov di destpêkê de çalakiyên ji bo şermezarkirina Kurdkujiya Roboskiyê û piştgiriya ji bo mexdûrên erdheja Wanê dibîne.
ÇILE
Hunermendên kurd li gelek bajaran ku di nav de Hewlêr jî heyî ji bo welatiyên Wanê konser da. Hunermendan di konseran de komkujiya Roboskê şermezar kir û 34 find pêxistin. Dengbêjên li Colemêrgê ji bo karibin hunerên xwe bi awayekî rêxistînî û nîzam pêş bixin û têxin xizmeta civakê di bin baneyê Navenda Çandê ya Feqiyê Teyran a Şaredariya Colemêrgê de li hev kom bûn. Pirtûka mamosteyê Navenda giştî yê KURDÎ-DER’ê Sebahattîn Gultekîn, ya ji bo fêrbûna kirmanckî “Mûsnêr” hat weşandin.
SIBAT
Beşa Şanoyê ya Komeleya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM-DER) a Îzmîrê der barê operasyonên di bin navê “KCK’ê” de li dijî siyasetmedarên kurd zêde bûne kirin mijara şanoyê. Beşa şanoyê bi lîstika “Em li vir in” derket ser dikê û bi zimanê şanoyê operasyon rexne kir.
ADAR
3’yemîn Rojên Şanoyê ya ji aliyê Şaredariya Êlihê ve tê organîzekirin bi lîstîka “Ji me re çîrokan nebêjin” dest pê kir. Şaredariya Şemzînanê li navçeya Şemzînanê ji bo bêtir xizmeta çandê bide welatiyan, li navçeya Çelê ya Colemêrgê Navenda Çandê ya Guldexwîn bi merasimekê vekir
Li navça Wêranşara Rihayê Yekemîn pirtûka repertuara kurdî ya ji aliyê Serdar Y. Turkmen ve hat amadekirin di weşanên çand û hûnerê ya Şaredariya Wêranşarê de derket. Pirtûk ji 2 cildan pêk tê.
Teatra Birca Belek a xebatên xwe yên çandî bi bin banê Navenda Çandê ya Mem û Zînê ya Silopiyê de dike lîstîka bûyerên civakî vedibêje ya ji 3 beşan pêktê ya bi navê “Xal û Xwarzî” amade kir û lîstîk rastî eleqeyek mezin hat.
Hunermendên NÇM’a Mêrsînê berhema bi navê ‘Waweyl’ a albuma “şehîdan” ku berhemeke kollektîf e amade kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem, pirtûkxane hat vekirin.
NÎSAN
Li Wargeha Penaberan a Ş. Rustem (Mexmûr) 11’emîn Mîhrîcana Çand, Huner û Werzîşê ku her sal di 4 Nîsan ê de tê lidarxistin, li dar xist. Li taxa Yavuz Sultan a navçeya Korfezê ya Kocaeliyê ji bo xebatên çand û hunerê pêş bixin Komeleya Çand û Hunerê ya Ehmedê Xanî hat vekirin. Pêşengeha wêneyan a ji berhemên Wênesaz Remzî Raşa yê ku ji “Dibistana Parîsê” a bi navê “Hilbijartina Tenêtiyê Retrospektifek” a 1946- 2006’an piştî 58 salan li Tirkiyeyê tê pêşandan. Pêşengeha wêneyan dê di 7’ê nîsanê de li Galeriya Hunerê ya Sumerparkê hat vekirin.
Şaredariya Nisêbîna Mêrdînê 2’yemîn Mîhrîcana bi navê “Rengên Nisêbînê dê biherikin Nîsanê” li dar xist. Mîhrîcan di navbera 14-15-16’ê nîsanê pêk hat. Şaredariya Êlihê ji bo bêtir xizmetê bide xebatên çand û hunerê li Êlihê bi merasimekê Mala Dengbêjan a Karapetê Xaço vekir.
Çarşema Sor ku li gorî baweriya êzidiyan weke serê salê tê pîrozkirin, li Çiyayê Şengalê ji aliyê TEVDA’yê ve bi şahiyekê hat pîrozkirin.
Şaredariya Êlihê ku demek dirêje ji bo pêşketin, danasîn, ji nû ve afirandin, qeydkirin û arşîvkirina muzîka kurdî amadekarî dikir, gavek girîng avêt. Di çarçoveya xebateke kollektîf de bingeha Operaya Heskîfê hat danîn.
GULAN
1’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de şanogerên kurd, heviya xwa ya 20 salan pêk anîn. Bi vê mîhrîcanê gelek lîstikên kurd hatin lîstin. Di çarçoveya 1’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de promiyera (temaşeya destpêkê) lîstika ‘Xulamê Du Xwedî’ hat pêşkêşkirin.
Lîstika kurdî Bûka Lekî ku ji hêla Koma Destar Teatra ve hatiye amadekirin li Salona Sînemaya Yilmaz Guneya Êlihê derket pêşberî heskiriyên şanoyê. Di çarçoveya mîhrîcana Fîlmên Karkeran de li Xana Sulukluya Amedê bi navê “di 110’emîn salvegera jidayikbûna wî de Nazim Hîkmet” çalakî hat lidarxistin.
Ji aliyê Kolektîfa Sînemaya Botana Şirnexê belgefîlma Komkujiya Roboskê ku 34 welatî ji aliyê balafirên şer ên Artêşa Tirk ve hatibû qetilkirin, hat kişandin. Piştî xebata 5 mehan di belgefîlma ku ji bo weşanê hate amadekirin de hemû aliyên komkujiyê bi detayan li ber çavan tê raxistin.
Şaredariya Cizîra Şirnexê bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî, 6’emîn Mîhrîcana Çand, Huner û Wêjeyê li dar xist. Şanoya Bajar a Amedê ku bi şanoyên xwe yên kurdî li Tirkiye û cîhanê balê dikişîne ser xwe, dê li 18’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Stenbolê şanoya ‘Antîgone’ ya ji aliyê Sophokles hatiye nivîsandin, pêşkêşî şanohezan kir. 3’yemîn Fuara Pirtûkan a Amedê bi sernavê “Rêwîtiya Erdnîgariya qedîm a nivîsê” di 22’ê gulanê de ji xwendekarên xwe re deriyê xwe kir.
Mîhrîcana Mafên Mirovan a Dêrsîmê ya Navneteweyî ya Duyemîn dê di 25 û 29’ê gulanê de bi slogana “Sînemaya di navbera çar çiyayan de” pêk hat. Di mîhrîcanê de dê fîlm û belgefilmên “mafên mirovan, zarok, jin û xwezayê” hatin pêşandan.
2’yemîn Mîhrîcana FîlmAmed dê bi tevlibûna gelek film û belgefîlman di navbera 20 û 26’ê gulanê de li Amedê hat lidarxistin.
NÇM’a Stenbolê di çarçoveya rêzefonseran de li Sultanbeyliyê bi tevlibûna hezaran kesan konsera “Dilana bê Sînor” li dar xist.
HEZÎRAN
Navenda Çanda Mezopotamyayê li Stenbolê konsera “Dîlana bê sînor” organîze kir. Bi hezaran kesên ku tevlî konserê bûn dirûşmeyên dilsoziya xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re vedibêjin qîriyan. 1’emîn Rojên Hunerê yên Konservatuara Aram Tîgran hat lidarxistin. Di konserê de Anadolu Kuartet bi muzîka klasîk a kurd guhdarvan mest kirin.
3’yemîn Mîhrîcana Çand û Huner a Sipanê ya Agiriyê bi diruşma “Evîna Xecê û Siyabend li qûntarên Sîpanê bi hunerê ji nû ve şîn dibe” hat lidarxistin. Konservatuara Aram Tîgran a Amedê Orkestraya Rîtma Xwezayî ya zarokan e ava kir.
TÎRMEH
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem şanoya zarokan ya bi navê Çûk û Pîrê ya ku ji aliyê Saziya Çand û Hunerê ya Wargeha Ş. Rustem Cudî ve hat organîzekirin li saziya ciwanan şanoya xwe pêşkêş kirin.
44’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê û Fûara Anatoliya Rojhilat a ji aliyê Şaredariya Tetwana Bedlîsê ve hat organîzekirin. Helbestvan û hunermendê navdarê kurd Alî Temel di 17’emîn salvegera şahdeta xwe de bi şahiyekî hat bi bîranîn.
Navenda Çand û Hunerê ya Şaredariya Nisêbîna Mêrdînê di xwepêşendanên “Şevên Hunerê” de bi sedan kes anîn ba hev. Di çarçoveya çalakiyên “Şevên Hunerê” ku ji aliyê Navenda Çanda Mîtannî ya girêdayî Şaredariya Nisebînê tê lidarxistin, li Parka Gulşilav ji bo jinan çalakiyekî taybet hat lidarxistin.
Di pêşengiya Federasyona Komeleyên Dêrsimê û Şaredariya Dêrsimê de, 12’emîn Bihrîcana Xweza û Çandê ya Munzûrê bi dirûşmeya “Bila komkujiya Dêrsimê bê qebûlkirin, Bendav 2’emîn komkujiya 38’an e” hat lidarxistin.
TEBAX
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustema Mexmûrê xebatên ji bo zarokan di bin banê TEV-ÇAND’ê de dimeşine. Navenda Çand û Hunerê berhemên xwe bi zarokên wargehê re parve kir. Mîhrîcana 15’ê Tebaxê ya ku dê li Dihê ya Sêrtê bihata lidarxistin ji aliyê walîtiyê ve hat qedexekirin.
Rojên Nasandina Amedê li Duhokê bi bernameya folklor,pêşandana wêneyan, lîstikên şanoyê û panelan pêk hat. Şaredariya Gevera Colemêrgê bi hişyariya “Huner lêgerîha heqîqetê ye” 3’yemîn Mîhrîcana Çandê û Çiyayê Cîloyê li dar xist.
ÎLON
Platforma Peykertiraşên Sînornenas ji bo balê bikşînin ser Heskîfê mehekê peykeran çêkirin û berdan nava ava Heskîfê. Peykertirajên ku tev li 1’emîn Sempozyuma Peykertraşan a Navneteweyî ya Heskîfê bûn, peykerên ku di nava mehekê de çêkirin ji bo parastina Heskîf û rexneya Ilisuyê berdan nava avê Heskîfê.
Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê, Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan, Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Huner û Spor û Ciwanan ya Hewlêrê û Rêveberya Hunerê Şanoyê ya Hewlêrê 2’yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Kurdan li dar xist.
1’emîn Mîhrîcana Muzîkê ya Amedê ya bi şîara “Em bi deng û rengê hunerê ber bi azadiyê ve dimeşin” li Amedê di navbera 25-30’ê îlonê de hat lidarxistin. Koma Muzîkê ya Keçên Ranyayê ku weke duyem koma muzîkê a keçan Herêma Federal a Kurdistanê tên naskirin, di 16’ê Nîsana 2005’an hate damezirandin û li 6’ê Kanûna 2005’an li Silêmaniyê bi awayekî fermî dest bi xebata muzîkê kir. Kom 8 salin xebatên xwe berdewam dikin û qilîla “Çar Gul” amade kirin.
COTMEH
1’emîn Rojên Sînemayê yên Heskîfê ku ji hêla Komeleya Danasîn û Tûrîzmê ya Êlihê (Bat-Der) û Şaredariya Êlihê ve hat lidarxistin. 8’emîn Mîhrîcana Jinê ya Çand û Hûnerê ya Êlihê ku ji aliyê Şaredariya Êlihê ve hat amadekirin hat lidarxistin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem 5’emîn Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan ku her ji du salan carekê tê lidarxistin, îsal jî rengîn derbas bû. Hamletê kurd ku ji aliyê Şanogerên Şanoya Bajarê Mezin a Amedê ve hat amadekriin li Amsterdamê cara yekem derket ser dikê.
MIJDAR: Komeleya Sînemakarên Rojhilata Navîn ji bo di qada sînemaya kurdî de xizmemetek baş pêş bixe û rê li pêş fîlmên nû yên kurdî veke duh 1’emîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Amedê li dar xist.
Ermeniyên li Amedê dijîn jî ji bo hînî zimanê xwe bibin bi alîkariya Şaredariya Sûrê, li KURDÎ-DER’ê kursa ziman vekirin.
KANÛN
Komeleya Çanda Medya ku ji sala 2010’an de xebata çandê dimeşîne, ji bo di 8’ê Adarê û Newrozê de derkeve ser dikê ji niha de dest bi xebatan kir.
Koroya zarokan a di bin baneya Navenda Çandê ya Dîcle û Firatê de xebatê dimeşîne piştî xebata 6 mehan derket ser dikê û rastî eleqeyek gelek mezin hat. Şanoya Bajar a Amedê lîstika Daweta Xwînî derxistin ser dikê.
2012 BO SALA MÎHRÎCANA RENGÎN
DI 2012’an de pêşketinên di qada çand û hunerê de yên ku derketin pêş ku mirov dîsa bi bîr bîne; li Amedê mîhrîcanên belgefîlman, fîlman, muzîk û ya şanoyê hatin lidarxistin ku ev mîhrîcan di asta navneteweyî de bûn û yekem car hatin lidarxistin. Par hîma Orkestraya Heskîfê hat danîn. Peykersazan ji bo ku Heskîf di bin avê de nemîne çalakiyeke watedar lidarxistin.
Li Rojavayê Kurdistanê piştî îlankirina xweseriya demokratîk di warê çand û hunerê de jî gelek gavên ber bi çav hatin avêtin. Li Êlih, Şirnex, Colemêrg, Sêrt, Ranya, Duhok, Hewlêr û hwd mîhrîcanên rengîn hatin lidarxistin.
*Malpera Rojnameya Azadiya Welat*