2 kesên tevlî çalakiyên Parqa Geziyê bûn hatin girtin

2 kesên tevlî çalakiyên Parqa Geziyê bûn hatin girtin

Ji 8 kesên ku bi hinceta tevlî çalakiya şermezarkirina kuştina Ahmet Atakan bibûn hatibûn binçavkirin jê 2 kes hatin girtin. 

Li Antalyayê ji bo Ahmet Atakan ê li Hatayê bi bombeya gazê ya polîsan hat qetilkirin çalakî hatibû lidarxistin û di çalaiyê de 8 kes hatibûn binçavkirin. 8 welatiyên li Antalyayê hatin binçavkirin piştî pirsiyariya Midûryeta Polîsan a Antalyayê sewqî Dozgeriya Komarê hatin kirin. Dozgeriyê jî piştî îfadeyên wan girt, 2 kes serbest berdan û 6 kes jî bi îdîaya "Ziyan dane malên cemaweriyê ", "Li dijî polisan derketiye" û "Rê girtine" sewqî heyeta dadgehê kirin. Heyeta dadgehê jî piştî li îfadeyan guhdar kir, 4 kes berdan û der barê Fecrî Atasever û Umut Baran bi heman sedemê biryara girtinê da û şandin girtîgehê.