15 partiyên Kurd li Norwecê piştgiriya rêvebiriya demî a Rojava kirin
15 partiyên Kurd li Norwecê piştgiriya rêvebiriya demî a Rojava kirin
15 partiyên Kurd li Norwecê piştgiriya rêvebiriya demî a Rojava kirin
Nûnerên 15 partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî yên Norwecê piştgiriya Rêvebiriya Demî ya Rojavayê Kurdistanê kirin.
Nûnerên 15 partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî têkildarî mijarê li Paytexeta Norweç Osloyê li avahiya Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) civînek hevbeş lidar xistin. Piştî civînê li ser navê partiyan daxuyaniyek nivîskî hate weşandin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Tevî hemû zehmetiyan jî gelê me yê Rojavayê Kurdistanê rêvebiriya xwe ya demî ava kiriye. Ev destkeftiyeke netewî û hêviya hemû gelê Kurdistanê ye. Em wekî nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanê yên li Norweçê piştgirya rêvebiriya demî ya Rojavayê Kurdistanê dikin û em hêvî dikin ku bibe nimûneya demokrasî û rêvebiriya xweser."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pêwîste deriyên rêvebiriya demî jibo hemû hêz û partiyên Rojavayê Kurdistanê vekirîbin û wiha hate domandin: “Ewlehî û aramiya Rojvayê Kurdistanê erka kemû partî û rêxistinên siyasi ye. Ev jî bi yekîtiya netewî û xebatên hevbeş pêk tê. Em bi hêvîne ku di demeke kin de hilbijartinên azad werin lidar xistin û hemû alî cihê xwe di nava rêvebiriyê de bigirin."
Navên partî û rêxistinên Kurdistanî yên ku daxuyanî imze kirine wiha ne:
1- Partiya Demokrata Kurdistanê (Rojhilatê Kurdistanê).
2- Yekîtî Niştimanî Kurdistan.
3- Komeleya Zehmmetkêşanî Kurdistan.
4- Partiya Jiyana Azad (PJAK).
5- Partiya Serbixweyî Kurdistan.
6- Partiya Karkerên Kurdistan (PKK).
7- Tevgera Goran.
8- Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD).
9- Kongra Netewî a Kurdistan (KNK).
10- Partiya Azadiya Kurdistan.
11-Yekîtî Islamî Kurdistan.
12-Partiya Serbestî (Rojilatê Kurdistan).
13-Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan.
14-Partiya Serbestî Kurdistan
15-Partiya çareseriya Demokratîk a Kurdistan. (PÇDK).