1'emîn Konferansa Komîteya Wêjeyê ya Rojava dest pê kir

Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma "Wêje.. hizir, hebûn û berxwedan e" li Qamişloyê yekemîn konferansa xwe pêk tîne.

1'emîn Konferansa Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê li hola Efrînê ya li bajarê Qamişloyê dest pê kir.

Endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), nûnerên Rêveberiya Xweser, Saziya Zimanê Kurdî (SZK), akademîsyen, komîte û yektiyên rewşenbîran yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, beşdarî konfransê bûne.

Dihat payîn ku nivîskar û wêjevanên ji beşên din ên Kurdistanê û Ewropayê jî tevlî konfransê bûbana, lê belê ji ber zehmetiyên rêwîtiyê nekarîn beşdar bibin.

Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê bi lidarxistina vê konferansê hewl dide sîwanekê ji bo nivîskar û wêjevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bike û xebatên wêjeyî di bin sîwana xwe de bike ye.

Hola konfrans lê tê lidarxistin, bi wêneyên nivîskar û wêjevanên Kurd ên ziman û wêjeyî Kurdî bi pêş xistine wekî “Celadet Bedirxan, Mûsa Enter, Hisên Çawîş” û pankertên li ser girîngiya wêjeyê, hatiye xemilandin.

Hevseroka TEV-DEM Zelal Ceger lidarxistina konfrnasê pîroz kir û diyar kir ku aloziya ji aliyê hêzên desthildar ve li herêmê tê birêvebirin, ji bo lawazkirina baweriya civakê ye û tirsa desthildaran ji miletê xwedî îrade ye û wiha dom kir: "Li hember êrişên dagirkeran ên dixwazin civakê parçe bikin, ev 10 sal in di Şoreşa Rojava de têkoşîn tê meşandin."

Zelal Ceger bal kişand ser zehmetî û astengiyên ku wêjevan Kurdistanê pê re rû bi rû mabûn, da ku dîroka gelê xwe bi pênûs û pirtûkên xwe vebêjin û wiha dewam kir: "Hêzên desthilatdar naxwazin wêjevan rastiyan binivîsin. Divê li beramberî vê rewşê wêjevan dîroka gelê xwe bi rastî binivîse da ku karibin mîratekê bihêlin, nivîs mîrata ji civakê re ye, li gorî wan civak vîna xwe ava dike. Divê wêjevan dûrî mezheb, ol û siyasetê, heqîqetê derxin."

Zelal Ceger diyar kir ku di Şoreşa Rojava de êdî wêjevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi serbestî dikarin hest û ramanên xwe bînin ziman û wiha lê zêde kir: "Wêjevan dikare rastiya desthildariyê, aloziya aborî, azadiya jinan û zihniyeta ku hîn nehatiye guhertin, binivîse."

Piştre endama rêveberiya Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê Botan Hoşê bixêrhatina mêvanan kir û destnîşan kir ku beriya şoreşa Rojava nivîskar û wêjevan ji ber hêzên desthildar nikarîbûn hest û ramanên xwe bînin ziman û wiha got: "Em hewl didin ku hemû saziyên rewşenbîrî û wêjeyî yên Bakur û Rojahilatê Sûriyeyê di bin sîwanekê de xurt bikin."

Konfrans li pêşiya dezgehên çapemeniyê girtî dewam dike û beşdar raporên komîteyê, sîstema hundirîn, danîna plannameyekê ji bo du salên pêş û hilbijartina rêveberiya komîteya li ser astê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nîqaş dikin.

Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê di sala 2016`an de hatiye damezrandin, komîte bi xebatên wêjeyî û dayîna waneyên wêjeyî li zanîngehên Rojavayê Kurdistanê re mijûl dibe.