BI DÎMEN

Li benda wê rojê ye ku bigihêje darên xwe yên zeytûnê

Selva Ehmed Şêxo ya 64 salî li Kampa Berxwedan li benda wê rojê ye ku bigihêje darên xwe yên zeytûnê. Tevî ku mala wê du caran hate talankirin jî bi berxwedanê bersivê dide dijminê gelan.

KAMPA BERXWEDANÊ

Selva Ehmed Şêxo (64) ji gundê Quta yê Bilbilê ye. Kurê wê Hemze Şêxo (Baran Hawar) 29'ê Gulanê li Helebê şehîd ket. Di sala 2011'an de koçî Helebê kir, tevî ku mala wê hebû jî beşdarî nava karên meclîsê yên li Kampa Berxwedanê bû. Dayika Selva her roj serdana şêniyên kampê dike û dibêje, piştgiriya ji bo jin û ciwanan wezîfeya herî pîroz e.

Dayika Selva anî ziman ku sala 1985'an PKK nas kir û got, "Wê demê mala me li Helebê bû. Rojekê li deriyê me xistin, jin û mêr ên ciwan bûn. Mêvanperwerî li gel me xurt e. Kî li deriyê me bixe em nazîvirînin. Min ew xist hundir. Destpê kirin ku qalê bikin bê kî ne. Qala Rêber Apo kirin. Carek, du caran, mala me bû mala partiyê. Ji civînan heta bi rojên zehmet, malek ku deriyê xwe vekirî bû. Hevserê min karên hîn cuda dikir, lê belê ez tevî zarokên xwe di dema palehiyê de li nava gundan digeriyan. Bi keda xwe me alîkariya madî kom dikir."

BAJAR TERIKAND Û LI GUNDÊ XWE VEGERIYA

Dayika Selva piştî ku çeteyan di sala 2011'an de êrîşî Helebê kir vegeriya gundê xwe yê li Efrînê û got, "Darên me yên zeytûnê hebûn. Karê me baş bû. Me pêwîstiyên xwe hemû tedarik dikirin. Karê me gelekî baş bû, heta sala 2018'an. Piştî ku dewleta Tirk êrîş kir, jiyana me ser û bin bû. Em tevî malbata xwe li Bilbilê bûn. Destpêkê li Raco xistin. Dema ku li Girê kevirê Ker ê li Racoyê xistin erd û ezman hejiya. Derî, pace neman. Ji gund em derbasî gundê Qirigolê yê Bilbilê, piştre jî derbasî gundê Kûrtkûlaq ê Şerayê bûn. Derdora tarî bû, sobe tine bû. Bi zarokên biçûk em li pişt traktorê bûn. Top di ser mala em lê bûn derbas dibûn. Dilê me lê dixist. Em dihejiyan, her der dihejiya. Em daketin jêrzemînê. Axurek hebû ku me heywan dixistin hundir, em êvarê li wir diman. Ew der jî ewle nebû. Em derbasî Efrînê bûn. Li taxa Eşrefiyê ya Efrînê atoleyeya xizmên me hebû, li aliyê Mehmûdiyê. Em ketin wê atolyeyê. Ew der jî nedibû, diviyabû em bi rê ketibûna. Gelo me kîjan sûc kiribû ku em ê neçar biman ku mal û milkên xwe li pey xwe bihêlin. Ji balafiran fuze hate avêtin, 17 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hemû jî ji xizmên me yên li Qirigolê bûn. Serê sibehê bû her der veguherîbû mîna gola xwînê.

DI ROJA 58'AN DE KOÇA JI EFRÎNÊ

Em neçar mabûn ku tevî xwarzê, biraziyên xwe ji Efrînê biçin. Ji xwe roja 58'an bû. Zêde dewam nekir, em li Kampa Berxwedanê bi cih bûn. Çend rojan em fikirîn bê çi bikin, pêwîstiya me bi stargehekê hebû. Şikur kamp zû hatin avakirin. Piştî ku hatim Kampa Berxwedanê kes nebû. Em bi rehetî negihîştin van rojan. Ji bo em karibin li kampan bimînin ciwan bênavber xebitîn."

HETA KU LI EFRÎNÊ VENEGERE

Dayika Selva tevî temenê xwe jî 7 sal in li Kampa Berxwedanê li ber xwe dide û got, "Tevî ku li Helebê maleke me heye jî nêta min nîne ku ji kampê biçim. 64 salî me, eger ez li ber xwe nedim wê ciwan çawa li ber xwe bidin? Li kampan tiştekî gelekî zêde nikaribim bikim jî ciwanan li dora xwe kom dikim û moral û hêzê didim wan. Her wiha bayê Efrînê digihêje heta vê derê, bêhna Efrînê dike ku hilmê bistînim. Temenê min têra xwe heye. Jiyana li kampê zehmet e. Jiyana li binê van konan hêsan nîne. Havîn ne havîn e, zivistan ne zivistan e. Di binê konê de bi tena serê xwe me. Ji xizmên min kesek nîne, lê belê dîsa jî li Kampa Berxwedan ez ê li benda roja vegera li Efrînê bimînim."