Li Colemêrgê ji 11 kesên ku hatinbûn binçavkirin 6 ji wan hatin girtin

Li Colemêrgê ji 11 kesên ku di 15’ê Gulanê de di operasyonên qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin ji wan 6 hatin girtin û 5 jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Li navenda Colemêrgê jî sibeya 15’ê gulanê polîs û leşkeran bi ser gelek malan de girtibûn. Di serdegirtinan de Alî Sonmez, Ûmût Tan, Haci Sonmez, Seyîthan Dûrgûn, Baran Demhat Bîlîcanîoglû, Hasan Akar, Hatîp Aksaç, Mûharrem Ozbek û Buşra Tûran, Çetîn Pala û Rojîn Esîn bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” , “parvekirinên medyaya dîjîtal” û “Tevî ku ne endamên rêxistinê ne li ser navê rêxistinê sûc kirine” hatin binçavkirin. 

Welatî piştî îfadeyên li midûriyeta polîsan û qereqolê, sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji 11 kesên ku li dozgeriyê îfadeya wan hatin wergirtin bi şertê kontrola edlî hatin berdan û her şeşên din jî bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh a Colemêrgê hatin kirin. Dadgehê ji welatiyan Hatîp Aksaç, Hasan Akar, Mûharrem Ozbek, Seyîthan Dûrgûn û Baran Demhat Bîlîcanoglû bi heman hincetan girtin. 

Her 6 kesên hatin girtin sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê hatin kirin. Di nava 10 rojan de di du operasyonên cuda yên li Colemêrgê bi komî 14 kes hatin girtin.