BI DÎMEN

Hiqûqnasan biryarên Doza Kobanê protesto kirin

Rêxistinên hiqûqê biryarên Doza Kobanê protesto kirin û gotin: “Em van cezayan nas nakin û em ê li dijî tarîtiyê têbikoşin.”

HIQÛQNASAN BIRYARÊN DOZA KOBANÊ ŞERMEZAR KIRIN

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Hiqûqnasên Ji bo Edaletê, Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê, Hiqûqnasên Beşdar, Parêzerên Demokrat ên Azadîxwaz û Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) ji bo protestokirina biryarên di Doza Kobanê de hatine dayîn, li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyanî dan.

Gelek parêzer û nûnerên saziyan tevlî daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê dirûşmeyên “Kobanê neket, dê nekeve”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” hatin berzkirin.

Rêvebera Şaxa OHD’a Stenbolê Rûken Kalin, diyar kir ku di pêvajoya Doza Kobanê de gelek bêhiqûqî pêk hatin. Kalin, destnîşan kir ku mutala ji heqîqetê dûr e û wiha got: “Cezayên di ‘Doza Komployê ya Kobanê’ ku ji bo daxwazên demokratîk û rewa yên gelê kurd bên tepisandin ji aliyê desthilat AKP’ê û MHP’ê hate vekirin de hatine dayîn helbet di encama biryara siyasî ne. Ya ku desthilat dixwaze bi vê dozê pêk bîne ew e ku hewl dide bingeha rejîma yekperest dane. Siyaseta înkar û îmhayê ya ku bi darizandinên sexte yên di sedsala yekemîn a Komarê de li ‘Dadgehên Îstîklalê yên Şarkê’ li ser gelê Kurd dihat ferzkirin, hewl tê dayîn bi 'Doza Komploya Kobanê' ya di sedsala duyemîn a Komarê de bê dewamkirin.”

Kalin, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em diqîrin ku em ê li dijî barbarî û tarîtiya DAÎŞ’ê parastina azadî û ronîkirinê bidomînin, em cezayên ku bi pêvajoya darizandinên sexte di ‘Doza Komployê ya Kobanê’ de ku bi têgihiştina hiqûqa sûc a dijminane hatine dayîn, nas nakin û em ê li dijî vê tarîtiyê têbikoşin.”