NÛ BÛ

Biryarên Doza Kûmpasê ya Kobanê li gelek bajaran hate protestokirin

Di Doza Kûmpasê ya Kobanê de qasî bi sedan salan cezayê girtîgehê li siyasetmedaran hate birîn. Ev biryar li gelek bajaran bi çalakiyan hate protestokirin.

BIRYARÊN DOZA KOBANÊ TÊN PROTESTOKIRIN

Danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên li dijî êrişên DAÎŞ’ê di 6-8’ê cotmeha 2014’an de hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedara jê dihatin darizandin, duh hat liadrxistin.  Di danişînê de bi sedan sal cezayê hefsê li siyasetmedaran hate birîn. Bertekên li dijî biryaran didomin û li gelek bajaran bi çalakiyan hatin protestokirin.

ŞIRNEX

Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê têkildarî biryarên di Doza Kobanê de li ber avahiya xwe daxuyanî da. Parlamenterê DEM Partiyê ye Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, endamên rêxistinên DBP û DEM Partiyê, Meclisa Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA’yê, MEBYA-DER û TUHAD-DER’ê jî tev li bûn.  

Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen diyar kir ku ew biryarên di dozê de hatine dayîn nas nakin û wiha got: “Em vê biryarê şermezar dikin. Li şûna ku çeteyên DAÎŞ’ê bên darizandin, em tên darizandin. Em dibêjin bimre koledarî, bijî azadî.”

Parlamenter Îrmez jî diyar kir ku bi van biryaran makezagon hatiye binpêkirin û ev tişt anî ziman: “Ev biryar ji hêla AKP-MHP’ê ve hatiye dayîn. Di şexsê hevalên me de mirovahî tê darizandin, edalet tê darizandin. Tolhildana ji serkeftina Kobanê ye. Bi vê biryarê careke din eşkere bû ku AKP-MHP bi xwe DAÎŞ’in. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Dem dema xwedîderketina li gelên bindest û piştevaniyê ye. Heta ku em hevalên xwe ji zindanê derdixînin û tecrîdê dişikînin dê têkoşîna me bidome.”

Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.  

RIHA

Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê biryar li pêşiya avahiya partiyê protesto kr. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Kompasên siyasî nikarin me têk bibin” hate hilgirtin. Her wiha dovîzên “Teslîmiyet xiyanetê, berxwedan serkeftinê bi xwe re tîne”, “Her der Kobanê, her der berxwedan” û “Rûyê jinê yê şoreşê Kobanê” hatin hilgirtin. Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Sema Aîşeoglû di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Cezayên di Doza Kompasê ya Kobanê de li hevalên me hatine birîn dê nekarin me têk bibin. Yên ku derb li siyaseta demokratîk xistin divê vê yekê baş bizanin ku em ê kompasên we têk bibin û em anku gel dê bi ser kevin. Îktîdara ku hewl dide ji tweetekê tarîtiyê biafirîne bila ji bîr neke ku dê tarîtiya wan bi dawî bibe lê Kobanê dê her hebe.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê" û "Her der Kobanê her der berxwedan bi dawî bû. Hevserokê Bajar Bekir Karakeçelî jî da zanîn ku dê çalakiyên di rojên pêş de bên lidarxistin parve bikin.  

Di heman demê de li navçeyên Serêkaniye, Hewag, Xelfetî, Pirsûs, Bêrecûk, Wêranşar, Curnê Reş û Sêweregê jî li pêşiya avahiyên partiyê daxuyanî hatin dayîn û biryar hatin protestokirin.

AMED

Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên Amedê li pêşiya AVM’a Ceylanê daxuyanî dan. Bi sedan kes tev li daxuyaniyê bûn. Welatiyên ku ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin, bi çepik û dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê" û "Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hem biryar hem jî helwesta polîsan protesto kirin.

Hevserokê DBP’ê yê Bajar Mehmet Şîrîn Gurbuz wiha got: “Ev biryar, nîşaneya polîtîkaya dijminanê ya li dijî gelê kurd a îktîdarê ye. Di biryarê de bi navê hiqûq û edaletê tiştek tune ye. Gelê kurd dê yekitiya xwe ava bike û li dijî dijminatiya li dijî kurdan serî rake. Em van biryaran şermezar dikin. Îktîdara AKP-MHP’ê bûye dewlet, daraz û emniyet. Em li dijî vê serî radikin. Em ê vê faşîzmê têk bibin. Ev der Amed e. Hevalên me çawa li zindanan li ber xwe bidin em jî dê li kolanan serî hildin. Em ê li kolanan li ber xwe bidin. Em ê li dijî van biryaran her roj li kolanan bin. Sibe dê saet di 16.00’an de li Qada Şêx Seîd daxuyanî bê dayîn. Banga me li her kesî ew e ku tev li bibin.”

Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Abbas Şahîn jî ev tişt anî ziman: “Di demekê ku çete û mafya di nava rojê de li qadên bajaran bi rehetî digerin û kiriyarên bi hezaran cînayetên kiryarnediyar ên di doza JÎTEM’ê de tên berdan de ceza li kurdan, şoreşgeran û sosyalîstan hatin birîn. Ev biryar li qesrê û navenda giştî ya MHP’ê hatiye dayîn. Li Tirkiyeyê bi navê darazê tiştek nema ye. Dê têkoşîna me bidome û dê tevahiya hevalên xwe azad bikin. Em ê rê nedin faşîzmê. Divê li dijî faşîzmê em bêhtir mil bidin milên hev. Em van cezayan, van biryaran nas nakin.”

SÊRT

Li Sêrtê jî li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê daxuyanî hate dayîn. Endam û rêveberên DEM Partî, DBP, TUHAY-DER, TJA, hevşaredarên bajar û navçeyan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Doza Kobanê kompaseke. Em biryarên siyasî nas nakin” hate hilgirtin. Her wiha biryar bi tililî û çepikan hate protestokirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn got ku biryara di Doza Kobanê de di dîroka hiqûqê ya Tirkiyeyê de weke “rûreşiyekê” cih girtin û ev tişt anî ziman: “Em van cezayan nas nakin. Selahatîn, Fîgen û hemû hevalên di Doza Kompasê ya Kobanê de tên darizandin, di dilê gelên kurd, tirk, kedkar, jin û ciwanan de cih girtine. Ew azad in.”

Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê û bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.

ÊLIH

Bi sedan kesên hatin pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Êlihê, biryarên di Doza Kobanê de protesto kirin. Di daxuyaniyê de pankarta “Kobanê rûmeta me ye” hate hilgirtin û dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Her der Kobanê her der berxwedan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin.  

Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu di daxuyaniyê de wiha got: “Em cezayên bi sedan salan ên di Doza Kompasê ya Kobanê de li hevalên me hatine birîn nas nakin.”

Ji rêveberên DEM Partiyê yê Bajar Seyît Bîlal Evren jî got ku di dîroka darazê de weke rûreşiyekê cih girtiye û ev tişt anî ziman: “Ev dz ne tenê li dijîgelê kurd, her wiha derb li daxwaza aştiyê ya gelên Tirkiyeyê jî hatiye xistin. Îktîdara AKP-MHP’ê qirkirineke hiqûqê kirin. Li Tirkiyeyê bi navê darazê tu tiştek nema ye.”  

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

COLEMÊRG

Li navenda Colemêrgê û navçeyên wê yên Gever û Şemzînanê jî daxuyanî hatin dayîn. Daxuyanî li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Bajar hate dayîn û gelek kes tev li bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Kadîr Şahîn bertek nîşanî biryarê da. Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.

Li Geverê jî gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Rêveberê DEM Partiyê yê Geverê Resûl Temel biryar weke “Qirkirina hiqûqê” nirxand û got: “Îdianame çawa ku li qesrê û navenda giştî ya MHP’ê hatibe amadekirin, biryar jî ji hêla heman kesan ve hate dayîn.” 

Li Şemzînanê jî gelek kes tev li daxuyaniya li pêşiya avahiya DEM Partiyê bûn. Hevserokê navçeyê Agît Tekîn daxuyaniya hevpar xwend.

Her wiha li Mûş, Îdir û gelek navendên Herêma Serhedê jî bi daxuyaniyan hate protestokirin.

DAD: BI TEMAMÎ DOZEKE SIYASÎ YE

Navenda Giştî ya Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) jî têkildarî biryarên di Doza Kobanê de hatine dayîn, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Doza Kobanê bi temamî dozeke siyasî bû û ev tişt hatin parvekirin: “Cezayên hatine birîn, cezakirina daxwaza pêkvejiyanê ya derdorên çep, sosyalîst û muxalîf ên Tirkiyeyê ye. Cezakirina kesên qirkirinên DAÎŞ’ê û hêzên paramîlîter ên mîna wê protesto kirin e. Cezakirina hêzên demokrasiyê yên dixwazin ji bo komara demokratîk siyaset civakî bibe. Cezakirina kesên li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê diparêzin e. Heke DAÎŞ bi ser biketa, dê li dijî kurdan û elewiyan qirkirin bikira. Têkçûna DAÎŞ’ê û alîgirên wê ku rewşa dewriye ya feraseta îslama emeweiyan e, rê li ber gelek komkujiyan girt. Em van biryaran weke darbeyeke li dijî daxwaza welatekî demokratîk, wekhev û azadîxwazin dibîni. Em vê dozê û cezayên hatine birîn red dikin. Divê siyasetmedar bên tehliyekirin, komîsyoneke heqîqetê bê avakirin û rastî û derhiqûqtiyên vê pêvajoyê bên eşkerekirin.”