Li Şehbayê ji bo şehîdê HPG'ê merasîma xiyabî hat lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê ji bo Rênas Amed ê di meha Sibatê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, merasîma xiyabî li dar xist.

MERASÎMA JI BO ŞEHÎD RÊNAS AMED

Ji bo şehîd Rênas Amed û Serxwebûn Timoq ên di 16’ê Sibata 2024’an de li Herêmên Parastinê yên Medeyayê şehîd bûn, merasîma xiyabî hat lidarxistin.

Merasîm li pêşiya mala şehîd li gundê Helîsa hate lidarxistin.

Di merasîmê de endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehba Sûriya Hebeş sersaxî da malbata şehîd û tevahiya şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê û bal kişand ser soza ku gelê Bakur û Rojhilata Sûriyayê daye şehîdên xwe ku her tim peyama wan berxwedan e. Her wiha Sûriya diyar kir ku dê hevrê û malbatên şehîdan têkoşîna wan bidomînin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Efrîn û Şehbayê Ferhan Kobanê sersaxî da malbata şehîd û tevahiya şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê û bal kişand ser têkoşînê û wiha got: “Zarokên vî gelî di oxira azadiyê de tê dikoşin û ji bo wê yekê cane xwe feda kirin. Her wiha em li ser felsefeya Rêber Apo têkoşîn dikin. Em hemû li pêy şopa şehîdên xwe ne. Em ê li hemberî dagirkeriyê têkoşîn û berxwedan bikin, da ku em azadiya bi dest bixin. Divê em xaka xwe biparêzin û têkoşîn bikin. Divê em rêya azadiyê û berxwedanê hilbijirin.”

Pismamê şehîd Rênas Amed Sîdar Efrîn axivî û wiha got: “Bi sedan Rênas hene, gelê me ji 7 salî heya 70 salî dê şopdarî rêya şehîdên xwe bin.”

Piştre wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.