Li Şedadê 3 çete hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarokê Şedadê yê girêdayî Hesekê 3 endamên şaneyên veşartî girtin.

OPERASYONA HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê eşkere kir ku hêzên wan ên HATˊê li bajarokê Şedadê yê Hesekê 3 endamên şaneyên veşartî girtin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Di çarçoveya operasyonên hêzên me yên ewlehiyê ji bo serdegirtin û şopandina dosyên şaneyên veşartî û endamên terorîst û têkbirina veşartgehên wan pêk tîne de, 3 endamên şaneyên veşartî yên bi piştgiriya rejîma Sûriyeyê hatin girtin. Dezgeha Ewlekariya Giştî agahî li ser 3 endamên şaneyên veşarî yên bi piştgiriya rejîma Sûriyeyê kom kirine. Bi wê re HATˊê operasyoneke taybet di şeva 27ˊê Nîsanê de li bajarokê Şedadê pêk anî, ew û tiştên li gel wan girtin. Tiştên hatine girtin ev in:

Teqemeniyek bi giraniya 9 kîloyan

Alava kontrolkirina ji dûr ve ji bo teqandinê

2 telefon.

Hêzên me yên ewlekariyê teqez dikin ku ew bi erka xwe ya li hember gelê xwe di şopandina şane û rêxistinên çete de berdewam in heya ku tevahî çeteyan digirin û hemû herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji wan paqij dikin."