Cenazeyê fermandara YPJ’ê Zozan bi merasîmeke biheybet hat veşartin

Gelê Kantona Cizîrê bi merasîmeke girseyî cenazeyê fermandara YPJ’ê ya şehîd Zozan Hesekê (Minewer Fatimê) veşartin.

Cenazeyê fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Zozan Hesekê (Minewer Fatimê), 2`yê Nîsanê şehîd bû, li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê bi merasîmeke biheybet hat veşartin.

Bi sedan şêniyên kantona Cizîrê, navçe û bajarên wê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, rûspî û endamên rêxistinên jinan 
beşdarî merasîmê bûn.

Girseya gel şehîd Zozan ji pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirt û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye ve kete rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî ya ji aliyê YPJ`ê ve, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Fatme Elî axivî û got: "Şehîd Zozan sala 1990`an dest bi têkoşînê kir û di 34 salan de li hember zilmê û zordestiyê tê koşiya, ji bo ku jin bigihêjin vê astê."

Fatme soz da ku têkoşînê mezin bikin ta ku Rêber Abdullah Ocalan azad bikin, axa dagirkirî rizgar bikin û civakeke demokratîk û azad bi dest bixin.

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ`ê Rohilat Efrîn jî axivî û got: "Em destpêkê sersaxiyê ji xwe û ji malbata şehîd re dixwazin. Ev malbata ku tevgera azadiyê ji dema avakirinê ve hembêz kir."

Rohilat Efrîn diyar kir ku şehîd Zozan 34 salan di nava tevgera rizgariya Kurdistanê de tê koşiya û ji bo parastina destkeftiyên gelê herêmê li kêleka gelek fermandarên YPJ`ê cihê xwe di pêngavên Kobanê, Dêrazor û Serêkaniyê de girt.

Rohilat destnîşan kir ku şehîd Zozan, vîna gel û şoreşê ye û got: "Malbata Fatimê, ji berê ve ji bo azadiya Kurdistanê tê dikoşe û bi dehan şehîd fedayî wê rêyê kirine."

Endama Kongra Star Laleşîn Hesekê jî got: "Hesekê li ser têkoşîna şehîd Zozan a ji bo rizgarkirina jinan û parastina destkeftiyên Rojava, şahid e."

Piştî bidawîbûna axaftinan, wesîqeya şehadeta şehîd Zozan Hesekê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Dûre şehîd li goristanê hate veşartin.