Li dijî operasyona nû ya dagirkeriyê nerazîbûnên ji Bexdayê!

Bi rojan e li ser ekranên televîzyonan weşanên bi mijara serketina leşkerî, aborî û dîplomatîk a Erdogan naqede, lê belê yek ji mijara ku 'ji nedîtî ve tê' nerazîbûna wan hêzan e ku ji hewldanên dewleta Tirk aciz in.

LI IRAQÊ NERAZÎBÛN Û RABÛNA LI BER PLANÊN DEWLETA TIRK

Di encama peymanên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên 22'ê Nîsanê li Bexdayê bi hikumeta navendî ya Iraqê re kir, li herêmê gava ber bi pêvajoyeke nû li herêmê hate avêtin. Enqere ku dixwaze bandora xwe li Rojhilata Navîn zêde bike, di vê çarçoveyê de bi hikumeta navendî ya Iraqê re di serî de 'Projeya Rêya Pêşvebirinê' di mijarê siyasî, leşkerî û aborî de gelek peyman mohr kir, hevkarî kir. Hikumeta AKP-MHP'ê derfetên ku bi van peymanan bi dest dixe jî li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji bo operasyonên nû yên dagirkeriyê komî ser hev dike.

LÊGERÎNÊN ENQEREYÊ

Erdogan bi rêya van peymanan hewl dide li herêmê atmosfereke şer biafirîne, hem raya giştî ya hundir hem jî hemû hevsengiyên li polîtîkaya derve li gorî operasyonên nû yên dagirkeriyê dîzayn bike. Di polîtîkaya hundirîn de danûstandinên bi CHP'ê re, di polîtîkaya derve de jî 'lampeya kesk' a bi Îranê re ji hewldanên şênber ên vê yekê ne. Di vê çarçoveyê de hem li qada navneteweyî hem jî li qada herêmî danûstandinên bi hêzên herêmî re zêde kir.

HIN HÊZ Û DERDORÊN LI BEXDAYÊ HIŞYARÎ DAN SÛDANÎ

Bi rojan e li ser ekranên televîzyonan weşanên bi mijara serketina leşkerî, aborî û dîplomatîk a Erdogan naqede, lê belê yek ji mijara ku 'ji nedîtî ve tê' nerazîbûna wan hêzan e ku ji hewldanên dewleta Tirk aciz in. Hêzên navborî di asta herî bilind de hişyariyê didin hikumeta Sûdanî ku xwe ji plan û peymanên bi dewleta Tirk vegire ku Iraqê dixe nava labîrenteke nû ya şer.

Hêzên Iraqî yên ku naxwazin Iraq careke din veguhere qada şer, diyar dikin ku bi peymanên Erdogan bi hikumeta Sûdanî re çêkir, hebûna ne qanûnî ya dewleta Tirk a li Iraqê 'tê rewakirin'.

PIŞTÎ TIFAQA FETTÎH, DEWLETA HIQÛQÊ JÎ LI BER DAGIRKERIYÊ RABÛ

Yek ji van jî Tifaqa Fettîh e ku li Iraqê yek ji aliyên herî bi bandor e û heman piştî lihevkirinê ragihand ku ew li dijî operasyona nû ya dagirgkeriyê ye ku dewleta Tirk hewl dide bixe meriyetê. Ji endamên Tifaqa Fettîh Al-Fatlawî diyar kir ku ew ê tevlî şerê wekaletê nebin. Koalîsyona Dewleta Hiqûqê ya Iraqê ya bi pêşengiya Nûrî El Malîkî jî ragihand ku ew li dijî operasyonên nû yên dagirkeriyê yên dewleta Tirk e. Koalîsyona Dewleta Hiqûqê ya Iraqê ku li Bexdayê xwedî bandoreke mezin e, li dijî polîtîkayên ku dewleta Tirk û PDK hewl didin li Iraqê bixin meriyetê, weke yek ji hêzên sereke ye ku li ber radibe.

'PEYMAN LI GORÎ BERJEWENDIYÊN TIRKAN E'

Ji endamên koalîsyonê Fedal Mawat Kassar El Zariwajî ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku peymanên Erdogan kiriye ji berjewendiyên Iraqê bêhtir xizmetê ji berjewendiyên Enqereyê re dikin. Zariwajî diyar kir ku Erdogan ji bo berjewendiyên xwe yên li herêmê bi seferberiyeke mezin rabûye ser piyan û destnîşan kir ku hewl dide vê yekê di ser Bexdayê re pêk bîne. Zarijawî destnîşan kir ku ev yek ne ya qebûlkirinê ye û got, di peymanan de tenê berjewendiyên dewleta Tirk hatiye esaswergirtin.

'ROJEVA BINGEHÎN DIVÊ BIDAWÎKIRINA HEBÛNA LEŞKERÎ YA TIRK A LI IRAQÊ BE'

Zarijawî ragihand ku detayên peymanan bi raya giştî re nehatine parvekirin û got, "Ev yek rewşeke mezin a xumamî diafirîne. Bi taybetî peymanên ewlekarî û aboriyê divê li raya giştî eşkere bin. Tê xwestin, planeke şer a ku tenê xizmetê ji planên Enqereyê re dike bi cih bê anîn. Hewl tê dayin ku hem Haşdî Şabî hem jî gelek hêzên li Iraqê tevlî planeke bi vî rengî ya şer bê kirin. Lê belê gelek aliyên siyasî û civakî yên li Iraqê di asteke mezin de li ber vê planê radibin. Her wiha beriya her tiştî divê rojeva bingehîn a Bexdayê bidawîkirina hebûna Tirkan a li ser xaka Iraqê be. Divê leşkerên Tirk ji hemû baregehên leşkerî yên li Iraqê bêne derxistin."

'DIVÊ TI HÊZEKE IRAQÎ TEVLÎ OPERASYONÊN NÛ YÊN DAGIRKERIYÊ NEBIN'

Zarijawî bal kişand ser gotina Erdogan ku digot 'Em ê ji bo korîdora ewlekariyê bi 30-40 kîlometreyî bidin nava xaka Iraqê' û got, "Divê teqez Iraq nehêle ku Tirkiye careke din bikeve nava xaka Iraqê. Bi liv û tevgera Tirkiyeyê re divê qonaxeke nû nebe. Ji ber ku ev dagirkerî ye. Hikumeta Iraqê di nava ti şert û mercî de nabe ku bibe hevparê jinûve dagirkirina xaka Iraqê. Divê ti hêzeke li Iraqê tevlî vê yekê nebe."