BI DÎMEN

Cenazeyê şehîd Mihemed hat veşartin, şehîd Mizgîn jî hat bîranîn

Gelê Kantona Firatê cenazeyê şehîd Mihemed bi merasîmeke bi heybet spart axê. Her wiha şehîd Mizgîn Dilbirîn jî hat bîranîn ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Gelê kantona Firatê, sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser, malbatên Şehîdan ji bo veşartina cenazeyê şehîd Mihemed (Mihemed El Mûsa) ku di 10’ê Nîsanê de dema li ser erka xwe bû şehîd bû, hatin ba hev. Gel şehîd Mizgîn Dilbirîn (Fatme Îbrahîm) ku di 1’ê Cotmeha 2021’an de li Avaşînê şehîd bû bi bîr anî.

Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Kantona Firatê Nebo Temo axivî. Temo diyar kir ku divê hîn bêhtir ew xwedî li mîrateya şehîd derkevin, riya wan bişopînin û got: "Riya şehadetê jiyana azad e. Di dîroka tevgera azadiyê de ev cara yekemîn e ku tevahî Kurd li ser piyan e. Me gelek şehîd dan û em ê heta azadiyê jî şehîdan bidin. Me bi Dîcleyan destpê kir, em ê bi Mihemedan jî riya xwe ya azadiyê berdewam bikin."

Rêveberiya Meclîsa Jin a PYD’ê ya Kantona Firatê Sara Xelîl axivî û wiha got: “Şehîd Mizgîn û Mihemed ji bo avakirina civakeke azad û aram berxwedanî kirin. Em ê jî di riya azadiyê de bi israr bin. Şehîd Mihemed bavê sê zarokan bû, lê ji bo azadiya welat jî canê xwe kir feda. Bi sedan jî weke Mihemed hene û wê ji bo azadiyê têbikoşin. Vaye zarokên şehîdan li ber darbestên bavên xwe tiliyên azadiyê hildidin, bi vê yekê jî em ê bi ser bikevin."

Keça şehîd Mihemed Sozdar Mûsa jî ev tişt got: “Bi tilîlî û bi tiliyên serkeftinê bavê min oxir bikin.”

Li ser navê malbata Şehîd Mihemed, Şêx Ehmed Hemo axivî û wiha got: "Gerîlayên me di nava mercên herî zehmet de û li kur dibe bila bibe di nava têkoşînê de ne, divê em jî êdî xwedî li wna şehîdên xwe derkevin. Vaye bi hezaran şehîdên me hene divê em êdî serhildana xwe û şoreşa xwe ya ku ji 612’an de destpê kirî bi ser bixînin."

Piştre jî nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Şehîd bi tilîlî û dirûşmeyan hatin veşartin.