ROJANE
Hemû Nûçe
-
Sabrî Ok: Divê têkoşîneke demokratîkbûnê ya awarte bê meşandin
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir ku eger têkoşîneke awarte neyê meşandin li Tirkiyeyê ti pirsgirêk çareser nabe û ggot, "Gelê me û hêzên demokrasiyê divê bi têkoşîna xwe zextê bikin ku dewleta Tirk neçar bimîne û gavê biavêje." -
ROJEVA 30'Ê ADARA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
PÎK: Remezan bila bibe wesîleya edalet, wekhevî û aşitiyê
Serokê Giştî yê Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK) Hîkmet Serbilind bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek belav kir û wiha got, “Em hêvî dikin ku Cejna Remezanê bibe wesîleya edalet, wekhevî, aşitî, xwişk-biratî û aramiyê.” -
Li gelek bajaran serdana goristanan hate kirin
Bi boneya arîfeya cejnê serdana gora şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê hate kirin. -
Divê girtiyên nexweş Ugur Ok û Adnan Oztel bên berdan
Ji bo girtiyên nexweş serbest bên berdan çalakî berdewam dikin. ÎHD’ê di çalakiyên vê hefteyê yên li Enqere û Stenbolê de xwest girtiyên nexweş Ugur Ok û Adnan Oztel serbest bên berdan. -
Bi sed hezaran kes tevlî mitînga li Maltepeyê bûn
Bi sed hezaran kes tevlî mitînga li Maltepeyê bûn. Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê bi pankarta ‘Em bi hev re Stenbolê biparêzin’ tevlî mitîngê bûn. -
Dayikên Şemiyê aqûbeta Alî Karagoz pirsîn
Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê kom bûn û aqûbeta Alî Karagoz pirsîn. Karagoz 27’ê Kanûna 1993’yan li navçeya Cizîr a Şirnexê di bin çavan de hate windakirin. -
Gladioya NATO’yê bi dewleta Tirk re bû - 3
Her çendî wekî ku di navbera dewleta Tirk û PKK’ê de ye xuya bike jî, şer di navbera PKK’ê û NATO’yê de bû. Bi ketina dewrê ya NATO’yê ve şer zêdetir bû. -
Paolo Ferrero: Azadiya Abdullah Ocalan ji bo veguherîneke dîrokî fersendek e
Paolo Ferrero diyar kir ku ji bo serkeftina banga Rêber Apo divê dewleta Tirk pêngavên hewce biavêje û got: ‘’Li gorî Ocalan pêvajoya azadbûna gelan, girêdayî kapasiteya veguherîna hêza li beramber e.’’ -
DEM Partiyê Cejna Remezanê pîroz kir
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan wiha gotin: “Bi boneya vê cejnê em hêvî dikin ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk pêk were. Roja ku aştî pêk were ew roj dê bibe cejna herî mezin a Tirkiyeyê.” -
Berdana Kadîr Aydemîr cara 3’yan hate taloqkirin
Berdana Kadîr Aydemîr ê ku li Girtîgeha Elezîz girtî ye, cara 3’yemîn hate taloqkirin. -
CÎK: Bila cejn bibe wesîleya aştî û wekheviyê
Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) bi daxuyaniyekê cejna Remezanê pîroz kir û got, cejn sembola aştiya civakî û aramiyê ye. -
KCK: Bila ev cejn bibe wesîleya edalet, azadî û aştiyê
Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê, bi wesîleya Cejna Remezanê daxuyaniyek weşand û got, “Em hêvîdar in ku ev cejn wê ji civakên Rojhilata Navîn û gelên Misilman re edalet, wekhevî û azadiyê bîne." -
ROJEVA 29’Ê ADARA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê -
Hejmara kesên di çalakiyên protestoyî de hatin girtin derket 263’yan
Ji 134 kesên di çalakiyên şermezarkirina girtina Ekrem Îmamoglû de hatibûn binçavkirin, 53 kes hatin girtin. -
Ji rojnamevan Joakim Medin ê ku hat Stenbolê agahî nayê girtin
Hat diyarkirin ku ji rojnamevanê Swêdî Joakim Medin ê ku ji bo şopandina çalakiyên li Tirkiyeyê hat Stenbolê, agahî nayê girtin. -
13 fezlekeyên parêzbendiyê pêşkêşî Meclîsa Tirk hatin kirin
Ji bo rakirina parêzbendiyê derbarê 11 parlamenterên ku di nav wan de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Serokwekîlê Koma CHP’ê Alî Mahîr Başarir jî hene, bi giştî 13 fezlekeyên nû pêşkêşî Serokatiya Meclisê hatin kirin. -
Ciwanên Rihayê banga tevlîbûna meşa Amarayê kirin
Meclîsa Ciwanan a DEM Partî ya Rihayê banga tevlîbûna meşa “Em bi civaka demokratîk ber bi azadiyê ve dimeşin" kir ku wê di navbera 1-4'ê Nîsanê de ji Amedê ber bi Amarayê ve bê lidarxistin. -
Qurbaniyên Komkujiya Roboskî hatin bîranîn
Şehîdên Komkujiya Roboskî di meha 159'an a komkujiyê de hatin bîranîn. -
Li Saratovê Newroz hate pîrozkirin
Li kafeya Bûratîno ya li bajarê Yarşovê ya Herêma Saratovê ya Rûsyayê, Newroz bi coş hate pîroz kirin. -
Li Amedê malbatan serdana gorên şehîdan kirin
Li Amedê malbatan bi wesîleya Cejna Remezanê çûn serdana gorên xizmên xwe yên di dîrokên cuda de şehîd bûne û wan bibîr anîn. -
Parêzeran ji bo Îmraliyê banga 'lezgîn' li CPT'ê kir
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di rapora xwe ya çar mehan a têkildarî Îmraliyê de ragihand ku 52 serlêdanên malbatan û parêzeran ên ji bo dîtina Rêber Apo û girtiyên din bêbersiv hatine hiştin û ji CPT xwest, bi lez biçe Îmraliyê. -
Çîçek: Hempîşeyên me ji ber ku êşkence ragihandin hatin girtin
Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek têkildarî girtina 7 rojnamevanên li Stenbolê axivî û got: ‘’Hempîşeyên me ji ber êşkenceya desthilatdariyê ya di çalakiyan de ragihandin, hatin binçavkirin.’’ -
2 rojnamevan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin
Li Enqere û Stenbolê di serdegirtinên malan de rojnamevan Elîf Bayburt û Nîsa Sude Demîrel jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin. -
Li ODTU’yê berxwedan bênavber didome
Tevî êrîşa polîsan jî xwendekarên ODTU’yê berxwedana tevahiya şevê dewam kirin. Li Enqerê ji binçavkiriyan 3 kes hatin girtin.