ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer hat girtin
Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer ê ku danê sibehê hatibû binçavkirin, hat girtin. -
Tê îdiakirin ku Şaredariya Esenyurtê hatiye desteserkirin
Hate diyarkirin ku Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê qeyûm tayînî Şaredariya Esenyûrtê kiriye. -
Omer Ocalan: Ji bo xurtkirina destê Birêz Ocalan divê topyekûn bixebitin
Parlamenter Omer Ocalan ku beşdarî bernameya Medya Haber TV’yê bû, silava Rêber Apo ji raya giştî re ragihand û got, “Gelê me û siyasetmedarên me divê di ve çarçoveyê de ji bo xurtkirina destê Birêz Ocalan bi awayekî topyekûn bixebitin.” -
Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
Li Şirnexê hêzên dewleta Tirk di saetên siharê de bi ser malan de girtin û 3 kes binçav kirin. -
Serokê Şaredariya Esenyûrtê Ahmet Ozer hate binçavkirin
Polîsan di saetên siharê de bi ser mala Serokê Şaredariya Navçeya Esenyûrtê Ahmet Ozer de girtin û ew binçav kirin. -
Mirin li girtiyê nexweş Gemîcîoglû tê ferzkirin
Girtiyê bi nexweşiya giran Abdûrrahman Gemîcîoglû rakirin beşa lezgîn û bi rengekî kelebçekirî tê ragirtin. Keça Gemîcîolgû Elîf Gemîcîoglû bang li raya giştî kir. -
ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Hejmara kesên li herêma Herekolê hatin binçavkirin derket 29’an
Di operasyona leşkerî ya artêşa Tirk a li herêma Herekolê de hejmara kesên hatin binçavkirin derket 29’an û li ser dosyayên wan biryara nepenîtiyê hat dayîn. -
Li Herekolê bi dehan koçer û şivan hatin binçavkirin
Li bejahiya navçeya Berwarî ya Sêrtê, dewleta Tirk a dagirker li herêma Herekolê operasyon meşand û bi dehan koçer û şivan binçav kir. -
Girtiyê bi kelebçe tê tedawîkirin, rewşa wî giran e
Girtiyê bi nexweşiya giran Abdûrrahman Gemîcîoglû yê 67 salî ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê tê girtin, rewşa wî ya tenduristiyê ber bi nebaşiyê ve diçe. -
ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
‘Em ê li hemberî sûcên li dijî mirovahiyê bêdeng nemînin’
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeyên Stenbolê hatin protestokirin û banga bidawîkirina êrîşan hate kirin. -
Li Stenbolê 15 kes hatin girtin
Li Stenbolê ji 35 kesên roja 26'ê Cotmehê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, endamê OHD'ê parêzer Bedîrhan Sarsilmaz jî di nav de 15 kes hatin girtin. -
Êrîşên li ser Rojava, li gelek bajaran hatin protestokirin
Pêla êrîşa nû ya ku dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dayî destpêkirin, li gelek bajaran hate protestokirin. -
10 baroyan bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan: Sivîl tên qetilkirin
10 baroyên li Kurdistanê bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan û gotin, sivîl tên qetilkirin. -
Malbatên Roboskiyê nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan
Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û got: “Divê dewlet dev ji siyaseta xwe ya bombebarankirina sivîlan berde û deriyên aştiyê vekin.” -
Bejahiya Bagokê hate bombebarankirin
Dewleta Tirk herêmeke li bejahiya Çiyayê Bagokê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, bi balafirên şer bombebaran kir. -
Berteka li dijî binçavkirina parêzer
Parêzeran nerazîbûn nîşan dan ku hempîşeyê wan Bedirhan Sarsilmaz di rûniştinê de hate binçavkirin û gotin: “Parastinê tu caran serî netewand û dê netewîne.” -
Di hinek dem û pêvajoyan de helwest girtin
Divê mirovê azadîxwaz nekevin bin bandora êrîşên şerê taybet. Dijmin û şefê faşîst banga teslîmbûnê dike. Divê were zanîn ku li beranber wê yekane rêya serkeftin, aştî û azadiyê têkoşîn û berxwedan e. -
Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî
Li bejahiya Çiyayê Bagokê ya li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve operasyoneke berfireh hate destpêkirin. -
'Qeyûman hewl dan bajaran bênasname bihêlin'
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Aslan nêzîkatiya qeyûman a li bajarê Kurdan bi rengê; xerakirina reseniyê, bênasnamehiştin, tinekirina dîroka çandê û înkarkirina Kurdan e. -
ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin, bila fikrên Ocalan bigihijin gel!
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku yê meseleyê çareser bike, Abdullah Ocalan e û got: “Deriyên Îmraliyê vekin, bila fikrên Birêz Ocalan bigihijin gel.” -
DEM Partî: Divê Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe
Di encamnameya Meclîsa DEM Partiyê de hate gotin, "Di serî de azadiya fîzîkî, divê şert û mercên karkirinê, ewlekarî û tenduristiya Abdullah Ocalan bêne misogerkirin, ku karibe mîsyona xwe ya diyarker bi cih bîne."