ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê pêşketineke şênber nabe û got, "Her tişt bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye."
Ji gerîlayên YJA Starê Ekîn Çewlîg got, "Şehîd Bêrîtan bi sekn û çalakiya xwe nîşanî me da ku serketin bi çi rengî pêk tê."
Girtiyê bi nexweşiya giran Abdûrrahman Gemîcîoglû rakirin beşa lezgîn û bi rengekî kelebçekirî tê ragirtin. Keça Gemîcîolgû Elîf Gemîcîoglû bang li raya giştî kir.
Xelkê Qamişloyê diyar kir ku wê li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe bide û bi yekîtî û hevgirtinê xaka xwe biparêzin.
Komuna enternasyonalîst ji bo meşa 16'ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê banga tevlîbûnê kir û ji Elmanyayê xwest, qedexeya li ser PKK'ê bi dawî bike.