Xebatên HDP’ê bê navber didomin

Namzetên HDP'ê xebatên xwe yên hilbijartina 7'ê hezîranê bê navber didomînin.

Namzetên HDP'ê xebatên xwe yên hilbijartina 7'ê hezîranê bê navber didomînin. Namzetên HDP'ê li Stenbol, Amed, Mêrsîn, Edene, Antalya, Riha, Îzmîr û Hatayê bi bernameyên cuda de bi gel re hatin cem hev.

STENBOL

Namzetên HDP'ê yên herêma Sêyemîn ên Stenbolê Pervîn Buldan, Erkan Metîn û Mehmet Şerîf Oner şevê din li taxa Kanarya ya Kuçukçemece tevlî vekirina navenda koordînasyona hilbijartinê bûn. Namzetên HDP'ê ji aliyê girseyê ve bi dirûşmeya "Em HDP'î ne em biçûm meclîsê" pêşwazî kirin. Ji namzetên HDP'ê Erkan Metîn piştî vekirina navendê axivî û wiha got: "Ez îro li vir ji her reng, çand û baweriyan baxçeyekê dibînim. Ev baxçe û ev dewlemendî sultanên li sarayê ditirsîne."

Pervîn Buldan jî diyar kir ku HDP hemû rengên Tirkiyeyê di nava xwe de dihewîne û wiha got: "Em bi namzetên xweyên ermenî, suyanî, tirk û kurd di nava baxçeyê rengan de ne." Buldan ji kesên dibêjin HDP bendavê derbas nakirin re jî wiha got: "Ez ji kesên dibêjên bendavê derbas nakin re dibêjim niha em ji sedî 15 derbas bûne bibêjim. Em bi 70 wekîlan na em dê bi 150 wekîlan biçin meclîsê. Serokomar 400 wekîlan dixwaze em jî dibêjin tu dê di xevna xwe de 400 wekîlan bibînî."

AMED

Li navçeya Pasurê ya Amedê jî rêveberên HDP û DBP'ê yên navçeyê li Navenda Çandê ya Andok şahiya moralê li dar xist. Namzetê HDP'ê yê Amedê Edîp Berk û hevşaredarên navçeyê tevlî bernameyê bûn. Namzetê HDP'ê yê Amedê Edîp Berk diyar kir ku ew dê bi "jiyana nû" li her derê Tirkiyeyê xebatên xwe bikin. Piştî axaftinê guhdariya mizûkê pêk hat.

ÎZMÎR

Namzetê HDP'ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu li Girtîgeha Yenîpazarê ya Aydinê nivîkar Sevan Nîşanyan ziyaret kir. Namzetên din ên HDP'ê yên Îzmîrê Eylem Yildiz, Suleyman Gunduz, Muslîm Dogan û Ayşe Firtina Ozen jî li navçeya Kemalpaşa li gundan geriyan û bi welatiyan re hatin cem hev.

HATAY

Namzetên HDP'ê yên Hatayê jî tevlî konsera Komeleya Piştgirî û Lêkolînê ya Çandên Anadolu li dar xist bûn. Namzet rastî eleqeyekî mezin hatin. Namzetê HDP'ê Nîhat Erarslan berî konserê axivî û wiha got: "Du hişmendîn dikevin hilbijartinê. Yêk piştgiriya şer û zextan dike. Ya din jî temînata aştiyê HDP ye. Li her derê nûnertiya hemû gelan dikin û temînata aştiyê ya Tirkiyeyê ye."

Piştî konserê namzet tevlî şeva piştevaniya HDP'ê ya Hatayê bûn. Birayê Alî Îsmaîl Korkmaz ê ku di dema çalakiyên Gezî de li Eskîşehîrê hate qetilkirin Gurkan Korkmaz jî tevlî bû. Namzetên HDP'ê di şevê de bi erebî ji gel re axivîn.

GURKAN KORKMAZ: BERÎ GEZIYÊ HDP DI HIŞÊN ME DE DERBAS NEDIBÛ

Gurkan Korkmaz diyar kir ku li Tirkiyeyê du serdemên beriya Geziyê û piştî Geziyê hene û wiha got: "Berî Alî Îsmaîl bê qetilkirin tevlî bernameyekî HDP'ê bûn di hişên me de derbas nedibû ev yêk ne mimkûn bû. Dewletê her tim gelê elewiyên erep li hemberî kurdan, kurd jî li hemberî elewiyên ereb xirab nîşanda. Bi Gezî û qetilkirina Alî Îsmaîl ji bo me gelek tişt hatin guherîn. Gezî ji gelan re bû pir."

RIHA

Namzetê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr jî Odeya Ajokar û Otomobîlvanên Rihayê ziyaret kir. Serokê Odeyê Osman Karageçîlî û endamên odeyê Baydemîr pêşwazî kirin. Baydemîr di ziyaretê de axivî û diyar kir ku ew dixwazin di nava aştî û biratiyê de hilbijartinekê derbas bikin û wiha got: "Sedema pirsgirêkên bajar li vî welatî aştî nehatiye înşakirin e. Aştî bi xwe re demokrasiyê tîne. Bi demokrasiyê riya hemû kes bi hiqûqê bigihije mafê xwe vedibe." Baydemîr anî ziman ku parlementoya HDP di nav de cih negire aştiyê nikare înşa bike û wiha axivî: "Em nikarin aştiyê ji însafa hikûmetê re bihêlin. Di danezana hikûmetê de têkildarî pêvajoya çareseriyê de tu tişt tuneye. Birêz Davutoglu got dema birin matbayê di rê de ket.Ji bo aştî li matbayê nekeve divê HDP li parlementoyê be."

Piştî ziyareta li vir Baydemîr bi hin keyayên taxan re hate cem hev.

ANTALYA

Li Antalyayê namzetên HDP’ê bi gel re tên cem hev. Namzetên HDP’ê Saruhan oluç, Denîz Yildirim, Nuray Erçagan, îshak Kahraman û Gulkiz Turk û gelek nûnerên saziyên sivîl beşdarî şahiya ji aliyê Rêxistina HDP’ê ya Muratpaşayê ve hate lidarxistin bûn.

Di şahiyê de Hevseroka HDP’ê ya Antalyayê Zarîfe Atîk axivî û xwest di hilbijartinan de ji bo HDP’ê piştgirî bê dayîn.

‘MECLÎS A KU HDP NEBE WÊ GELAN TEMSÎL NEKE’

Piştre Saruhan oluç axivî û anî ziman ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de meclîsa ku HDP nebe dê gelan temsîl neke û wiha axivî: “Neçûyîna me ya li meclîsê dê bê wateya ku Erdogan salatana xwe îlan bike. Piraniya gel di nava xizaniyê de dijî l êli vî welatî maqema herî jor bi trilyonan pere xerc dike, di rewşeke wisa de tu têkîliya wê derê bi ol re nemaye.”

Oluç xwest hemû kes di hilbijartinê de dengên xwe bidin HDP’ê.

Piştî axaftinan bi muzîkê govend hate gerandin û şahî bi dawî bû.

MÊRSÎN

Li Mêrsînê jî namzetên HDP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartinan de li gundê Koca Hasanli ya navçeya Erdemliyê civîna gel hate lidarxistin. Li vir namzeta HDP’ê Ozlem Şen axivî û got ku di pêvajoya hilbijartinê de hemû kes bi dil û can bixebitin bi taybetî jî peywireke mezin dikeve li ser milên jinan. Şen wiha got: “Em dizanin rizgariya jinan di HDP’ê de ye. Ji ber vê yekê jî ji bo hemû kes bigihîje vê zanebûnê em ê bixebitin. Em pir rengiyê diparêzin, em bi wêrekiya xwe ve tên. Bend dê me asteng neke.”

Namzetê HDP’ê Mahmut karabulut jî destnîşan kir ku ew ê xebatên xwe xurtir bikin. Karabulut wiha berdewam kir: “Piraniya civakî dizane ku HDP partiya hemû Tirkiyeyê ye, dizanin partiya jin, bindest û yên ku tên eciqandin e.”

Namzet piştre ji bo beşdarî vekirina buroya hilbijartinê bibin derbasî Tarsusê bûn.

Li vir jî namzetan buroya hilbijartinê ya li taxa Barbarosê vekirin. Li qada ku buro hate vekirin de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta “Şehîdên şoreşê bêmirin in” hate daliqandin.

Namzeta HDP’ê Nursel Demîr xîtabî gel kir û ev tişt anî ziman: “Heke zarokek bigirî dê cihan bigirî, heke jin bêdeng bin dê hemû cihan bêdeng be, heke mirovek bimire dê mirovahî bimire. Em li dijî van yekan ji bo ku yên hatine bêdengkirin bidin axaftin û jiyana nû ava bikin li vir in.” Namezatê HDP’ê Nazim Aslan jî anî ziman ku HDP tê wateya bawerkirina demokrasiya redîkal, edalet, azadiya baweriyan, parastina xweza û ekolojiyê û rawestandina şîdeta li hemberî jinan e. Aslan got ku destê hikûmetê li vir û li Rojhilata Navîn di xwînê de ye û ew ê vê yekê bidin rawestandin.

Piştî axaftinan namzetan gel silav kirin û govend hate gerandin û şahî bi dawî bû.