Parêzer Bîlmez: Wezareta Edaletê yekser derewan dike!

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez anî ziman ku Wezareta Edaletê henekê xwe bi civakê dike û got, "Wezaret derewan dike. Eger tecrîd tine be wê demê bila eşkere bikin bê parêzeran çend caran hevdîtin kirine."

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 38 meh in ti agahî nayê wergirtin. Di rewşeke bi vî rengî de parlamenterên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di 7'ê Kanûna 2023'an de serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolînkirina mafên Mirovan a Meclîsê dan û piştî salekê Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Edaletê bersiva serlêdanê da. Midûriyetê îdîa kir ku li Îmraliyê tecrîd nîne. Têkildarî mijarê, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku Wezareta Edaletê yekser derewan dike.

'EGER TECRÎD NÎNE HINGÎ BILA EŞKERE BIKIN BÊ PARÊZERAN ÇEND CARAN HEVDÎTIN KIRINE'

Bîlmez anî ziman ku Wezareta Edaletê bi bersiva 'tecrîd nîne' ya ku da 40 wekîlên DEM Partiyê henekê xwe bi wan û civakê kiriye û got, "Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Edaletê yekser derewan dike."

Bîlmez ragihand ku ev pratîk pêwendiya xwe bi şêweyê hikumkirinê ya desthilatdariya AKP'ê heye û bi bîr xist ku desthilatdariyê derew ji xwe re kiriye polîtîkayek. Bîlmez diyar kir ku hikumet 20 sal in welêt bi derewan bi rê ve dibe û got, "Dema ku tu derewekê hezar carî bike êdî civak jî dest bi bawerkirina ji vê yekê dike. Ew vê rêbaza Goebbels bi cih tînin û mixabin encamê jî werdigirin. Lê belê em bersivê didin van derewan, di daxuyaniyên xwe de em timî vê yekê destnîşan dikin. Eger Wezareta Edaletê îdîa dike ku li Îmraliyê tecrîd nîne, hingî bila eşkere bikin bê parêzeran çend caran hevdîtin kirine."

'EM BI TI AWAYÎ NIKARIN AGAHIYÊ WERBIGIRIN, REWŞEK JI TECRÎDÊ JÎ WÊDETIR E'

Bîlmez anî ziman ku ew nikarin bi ti awayî agahiyê ji muwekîlên xwe werbigirin û bi zor û zehmetî hîn bûne ku ji muwekîlên wan ên li Îmraliyê dema cezayê Veysî Aktaş hatiye dirêjkirin. Bîlmez anî ziman ku li gorî qanûnê, Aktaş ê ku cezayê muebbetê lê hate birîn piştî 30 salên girtinê divê bi şert bê berdan û got, "Lê belê tevî ku 2 hefte di ser 30 salan re derbas bûne nehatiye berdan. Bi biryara Desteya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê berdana wî ji bo salekê hatiye dirêjkirin. Em bi zorê bi telefonê bi rêveberiya girtîgehê re axivîn û ev yek bihîst. Diyar e ku biryara dirêjkirina înfazê dewama polîtîkaya birîna têkiliya bi Îmraliyê re ye. Hewldanek ji bo wê yekê ye ku agahî ji Birêz Ocalan bê wergirtin. Ev yek ji tecrîdê jî wêdetir e û desthilatdarî dixwaze vê rewşê dewam bike."

'CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ RÊBAZEK JI BO AFIRANDINA HINCETA JI TECRÎDÊ RE YE'

Bîlmez bi bîr xist ku heman beriya daxuyaniya 'tecrîd nîne' ya Wezareta Edaletê ji bo 3 meh ên din cezayê dîsîplînê li muwekîlên wan hate birîn û destnîşan kir ku ev cezayên dîsîplînê yên bi rêk û pêk bûne, veguherîne rêbazeke ji bo peydakirina hincetê ji tecrîdê re, ti aliyekî xwe yê hiqûqî nîne. Bîlmez diyar kir ku 3 mehan carekê bi cezayên dîsîplînê hevdîtina malbatê, 6 mehan carekê bi biryara dadgeriya înfazê re hevdîtina parêzeran a bi muwekîlên xwe re bi rengekî kêfî tê astengkirin. Bîlmez got, "Vê yekê timî dikin. Ti aliyekî hiqûqî yê vê biryarê nîne. Lê belê tevî ku li pey hev hevdîtinê asteng dikin jî îdîa dikin ku li Îmraliyê tecrîd nîne. Bi vî rengî henekê xwe hem bi me dike hem jî bi raya giştî re dike. Di heman demê de bêhurmetiyê dike."

'NAXWAZIN DENG JI ÎMRALIYÊ DERKEVE, JI BER KU DENGÊ ÇARESERIYÊ WÊ JI WIR DERKEVE'

Bîlmez ragihand ku bi rêya van cezayên dîsîplînê yên bêhiqûqî dixwazin tecrîdê bidin qebûlkirin, ev yek hewldaneke vala ye, wê vê tecrîdê ti carî qebûl nekin, hem ji aliyê hiqûqî hem jî ji aliyê siyasî ve li ber vê yekê rabin. Bîlmez bi bîr xist ku Abdullah Ocalan herî dawî dema bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivî û axaftin di nîvî de qut bû, bi israr got ew dixwaze parêzerên xwe bibîne û got, "Eşkere ye ku naxwazin dengê muwekîlê me Birêz Ocalan bigihêje derve. Demeke dirêj e bi vî rengî ye, mîna ku meseleya Kurd nîne tevdigerin. Dixwazin meseleya Kurd bi polîtîkayên tundiyê çareser bikin û ji ber vê yekê jî li ser Birêz Ocalan tecrîdê ferz dikin. Ev yek eşkere ye. Naxwazin deng ji Îmraliyê derkeve ji ber ku dengê ji wê derê derkeve dengê çareseriyê ye. Desthilatdarî vê yekê naxwaze."

'HETA KU MESELEYA KURD ÇARESER NEBE, NERMBÛN PÊK NAYÊ'

Bîlmez destnîşan kir ku derewa dewletê ya têkildarî tecrîda Îmraliyê radixe pêş çavan ku divê ev rewş di kîjan astê de cidî bê nirxandin û diyar kir ku li dijî tecrîdê û derewên di vê der barê de pêwîstî bi sekneke xurt heye. Bîlmez bi bîr xist ku ne tenê beşek, divê her kesên ku xwe weke muxalîf pênase dikin li hemberî tecrîda li Îmraliyê helwestê nîşan bidin û got, eger ev neyê kirin wê tecrîd bê rewakirin. Bîlmez anî ziman ku eger wê nermbûnek çêbibe, ev yek wê bi çareserkirina meseleya Kurd, bi bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê pêk were û got, "Di vê der barê de jî polîtîkayên têkildarî Îmraliyê diyarker e. Eger tecrîd dewam dike, eger meseleya Kurd nayê çareserkirin hingî mirov nikare qala nermbûnê bike.

'DIVÊ MUXALEFETA BINGEHÎN TECRÎDÊ BIXE ROJEVA XWE'

Ji ber ku heta meseleya Kurd neyê çareserkirin, nermbûna ku îro qalê tê kirin bi kêrî civaka Tirkiyeyê nayê. Lewma yên ku dibêjin neçareserkirina meseleya Kurd û tecrîdê bandorê li me nake, divê dersê ji vê yekê werbigire. Ji ber ku bandorê li her kesî dike. Bi rastî jî eger wê nermbûn li welêt çêbibe, wê pêvajoyeke diyalogê pêk were, hingî divê meseleya Kurd û tecrîd bikeve rojevê. Vê yekê bi taybetî ji bo muxalefeta bingehîn dibêjim. Divê tecrîdê bixin rojeva xwe, ji nedîtî ve neyên. Divê welê nêzîk nebin ku mîna ku nîne. Naxwe nermbûneke rasteqîn pêk nayê, ev yek wê bibe nermbûneke konjonkturî."