BI DÎMEN

'Xala demî berhema feraseta darbeyê ye'

Parêzer Mesût Beştaş da xuyakirin, rakirina destnedana parlamenteran bi xala demî ya destûra bingehîn re, rewşek li dijî hiqûqê ye.

Parêzer Mesût Beştaş, rakirina destnedana parlamenteriyê ya AKP, CHP û MHP'ê li dijî HDP'ê weke darbeyekê pêk anîn, ji aliyê hiqûqî ve ji ANF'ê re nirxand.

Parêzer Mesût Beştaş diyar kir, rakirina destnedanê bi xaleke demî re, li dijî hiqûqê ye û got, "Bi rakirina xala demî re rakirina hin mafan, li dijî perspektîfa giştî ya destûra bingehînî ye."

Beştaş da zanîn, destûrên bingehîn nabe bi rengekî demî bi cih werin anîn û got, "Feraseta bicihkirina xalên demî li destûra bingehîn, bi giranî di pêvajoyên darbeyê de gelekî tên dîtin. Weke ku tê zanîn, destûra bingehîn a 82'an weke destûra bingehîn a darbeyê tê qebûlkirin. Bi xala demî re pêşî li darizandina darbekaran hatibû girtin. Lewma ev nêzîkatiya li dijî feraseta destûra bingehîn e, divê weke bandora feraseta darbeyê ya li destûra bingehîn bê dîtin. Destûrên Bingehîn bi giranî ji bo ewlekirina mafan tên amadekirin. Lê dema mirov naverok û pêkanîna wê binirxînin, gelek aliyên xwe yên li dijî hiqûqê hene."

'DEMA MIJAR KURD BE, DESTHILATDARÎ DESTÛRA BINGEHÎN NAS NAKE'

Beştaş da xuyakirin, xala 83. a Destûra Bingehîn destnedana parlamenteran bi zelalî ewle kiriye û anî ziman, bi vê xala nû re xala 83. a destûra bingehîn bi temamî bi rêya fen û hîleyan ji holê hatiye rakirin. Beştaş got, "Tevî hebûna xala 83. a destûra bingehîn, bikaranîna rêbazeke bi vî rengî tê wateya nenaskirina destûra bingehîn. Baş e kî vê destûra bingehîn nas nake? Bêguman desthilatdarî nas nake. Mînak; mijar dema Kurd be bloka AKP, CHP û MHP naxwaze destûra bingehîn nas bike. Dema mijar Kurd û Kurdistan be, parlament zêdegaviyê dike. Destûra bingehîn tê binpêkirin. Bi feraseta darbeyê hin maf ji holê tên rakirin û ev yek ne ya qebûlkirinê ye."

'DESTHILATDARÎ HESABÊ QEDANDINA HDP'Ê DIKE'

Beştaş girtina parlamenterên DEP'ê bibîr xist û diyar kir, di roja îro de jî ev yek wê rê li ber pirsgirêkên giran ên civakî veke. Beştaş got, "Li şûna ku desthilatdarî hesabê vê bike, xuya ye hesabê rê û rêbazên qedandina HDP û sempatîzanên wê dike. Di dema pêş de ev yek wê di nava civakê de rê li ber bûyerên mezin veke. Em ê bibînin, bê heta ku derê wê biçe."

Beştaş herî dawî destnîşan kir, ku CHP'ê di vê mijarê de bi helwesta xwe ya neyînî xizmet ji polîtîkayên Erdogan re kiriye.

...