'Pêwendiya pêşbirka MÎT'ê bi mufredatê heye'

Ji Egîtîm-Senê Sîmge Yardim anî ziman, ku desthilatdarî li gorî armanca xwe ya îdeolojîk bi sîstema perwedeyê civakekê ava dike û got, pêşbirka MÎT'ê jî parçeyek ji vê yekê ye.

PÊŞBIRKA MÎT'Ê

Rêxistina Îstîxbarata Mîllî ya Tirk (MÎT) 23'ê Nîsanê ji xwe re kir hincet û li ser zarokan pêşbirka name û wêneyan lidar xist. Sekretera Jinê ya Navenda Sendîkaya Kedkar û Zanistiya Perwerdeyê (Egîtîm-Sen) Sîmge Yardim nerazîbûn nîşanî vê yekê da.

Sîmge Yardim têkildarî mijarê ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku weke di mînaka MÎT'ê de tê dîtin weqf û tarîqat demeke dirêj e têkildarî zarokan çalakiyan, projeyan dikin û got, "Em dibêjin, divê ev yek di nava polîtîkaya perwerdeyê de nebe, li dijî zanistî û pedagojiyê ye, ji aliyê mafên zarokan ve rast nîne. Li gel pêşbirk û çalakiyên bi heman rengî yên saziyên mîna TUGVA li dibistanan lidar dixe, niha jî MÎT'ê pêşbirkeke wêne û nameyan lidar xist. Vê yekê nîşan da ku Wezareta Perwerdeya Mîllî (MEB) demeke dirêj e bi kîjan ferasetê tê birêvebirin û bi kîjan ferasetê polîtîkayên perwerdeyê têne destnîşankirin."

HEWLDANA JI BO AVAKIRINA CIVAKEK LI GORÎ SÎSTEMÊ

Sîmge Yardim diyar kir ku desthilatdarî bi taybetî dema dawî hewl dide bi rêya sîstema perwerdeyê civakek li gorî armancên xwe yên siyasî ava bike û got, "Mufredat jî li gorî vê yekê tê avakirin. Ya rast bi mufredateke zayendîperest, tekperest û paşverû dixwaze civakeke li gorî sîstema xwe ya perwerdeyê ava bike. Ev karê saziyên mîna MÎT'ê li nava sîstema perwerdeyê kirine, ji vê polîtîkayê cuda nîne. Me pirsî bê MEB wê helwesteke dijber nîşan bide yan na, lê daxuyaniyek nehate dayin. Divê ev yek bê zanîn; dema ku mirov li ser zarokên di dibistana seretayî de difikirin, ev yek bandoreke neyîn li ser taybetmendiyên pêşketinê yên zarokan dike. Di pêşbirkeke bi vî rengî de bikaranîna pênaseyên mîna ajanên veşartî, îstîxbaratê, zarok nizanin bê kîjan demê de ne û vê yekê dikin. Ev yek jî ji aliyê psîkolojîk ve ji aliyê taybetmendiyên pêşketinê ve pirsgirêkeke din e."

JI POLÎTÎKAYÊN ŞER CUDA NÎNE

Sîmge Yardim diyar kir ku MEB demeke dirêj e bi feraseta polîtîkaya perwerdeyê tevdigere ku çand, ol, ziman û gelan tine dihesibîne û destnîşan kir ku desthilatedarî polîtîkaya xwe ya şer di mufredata perwerdeyê de jî bi cih dike. Sîmge Yardim got, "Polîtîkayên şer teşwîq dike. Em zanin ku gotin û dîmenên têkildarî polîtîkayên şer têne bikaranîn. Divê were zanîn ku ev karê MÎT'ê kiriye ji van polîtîkayan cuda nîne. Em di demeke welê de ne ku polîtîkayên şer û ewlekariyê di nava sîstema perwerdeyê de têne bicihkirin. Em di nava sîstemeke perwerdeyê de ne ku feraseta mîlîtarîs, polîtîkayên asîmîlasyonê têne kûrkirin. Bi vê pêşbirkê re ev feraset hîn ji zarokatiyê ve tê avakirin. Ya rast em qala avakirina polîtîkayeke ji zarokatiyê ve dikin. Tê wê wateyê ku polîtîkayên ajan û îstîxbaratê yên MÎT'ê êdî daxistine asta zarokan jî. Ev yek wê di dema bê de bandoreke cidî li jiyana zarokan bike. Divê were zanîn ku li gel aliyên xwe yên pedagojîk wê aliyên xwe yên civakî hîn bêhtir kûr bin."