Tûncel: Bi PKK’ê û Ocalan re rûnin

Tuncel diyar kir polîtîkayên li ser dijminatiya Kurdan a AKP/Qesrê ti sûdê nade ti kesekî.

Kongreya 2. a Awarte ya Partiya Herêmên Demokratîk (DPB) ya Bajêr a Rihayê pêk hat.

Dayika endamê MP’ê yê DBP’ê Mehmet Yavuzel ku di jêrzemînên Cizîrê de hatibû qetilkirin, Hanim Tutal axivî û got, ew li ser navê kurê xwe hatiye kongreyê û ti hêz wê nikaribe  wê ji Têkoşîna Azadiya Kurd dûr bixîne.

‘EM Ê LI DIJÎ DARBEYÊ LI BER XWE BIDIN’

Di kongreyê de piştî dayika Hanim Tutal, Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel li ser qeyûmê jî got, ‘’em qeyûmê nas nakin. Li dijî darbeyê em ê li ber xwe bidin. Em ê serî li rêya zagonî bidin lê li dewleta Tirk zagon nîn in. Li Tirkiyê hiqûqa nehiqûqiyê li me tê ferzkirin. Dibêjin ên Birhan reş û tena wan esmer Kurd in û dibêjin ev PKK’yî ne û ji peywirê têne standin. Naxwe PKK li her deverê ye. Heke ev qas endamên PKK’ê hebin naxwe dewlet nemaye. Navê vê paqijiya etnîk e.’’

BILA DEWLET BI PKK Û OCALAN RE RÛNE 

 ‘’Dewlet divê bi PKK’ê û Ocalan re rûne û dest bi muzakereyan bike. Hate dîtin ku israra şerê di 40 salî de ti sûd nedaye kesekî’’ û bi berdewamî got, ‘’ Em bang li hemû demokrasîxwaz û aştîxwazan dikin ku li dijî van neheqûqiyan derbikevin. Çi akademîsyen, rojnamevanên aştîxwaz hebin wan digirin. Wêjevanên navdar têne girtin. Ronakbîr têne girtin. Çi kesê demokrasî û aştî û azadiyê dixwazin li ser wan zextê datînin. Ên ku ji darbeya leşkerî gazin dikirin, kirinên antîdemokratîk ku di darbeya leşkerî û sivîl de nabin pêk tînin. Li dijî van li Enqerê ji bilî HDP’ê û li Kurdistanê jî ji bilî DBP’ê ti partî nîn in. CHP û MHP bûne dûvikên AKP/Qesrê û çi tişta ku ew dixwazin pêk tînin’’

Tuncel bi berdewamî bal kişande ser giringiya dîrokî ya Rihayê û got, ‘’Birêz Ocalan li vir ji diya xwe bû. Em jê re tenê Rêberê Gelê Kurd nabêjin, ew Rêberê tevahiya Rojhilata Navîn e. Binerin li Şoreşa Rojava. Hevrêtiya Birêz Ocalan ne ew qasî hêsan e. Ji bo ku em projeyên Birêz Ocalan pêk bînin em ê zêdetir bixebitin. Hêvî ne li Enqerê li Rihayê ye, li Kurdistanê ye.’’

Piştî xwendina raporên xebatan û raporê darayî di hilbijartinê de Celal Babacan û Yasemîn Kiliç weke hevserok hatin hilbijartin.

 

...