Têkiliyên Tirkiye-Misrê -I

Desthilatdariya AKP'ê tevî ku di pozîsyona Misrê de guhertinek nebûye jî têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi vî welatî re ji nû ve da destpêkirin. Têkilî çima xera bûn, çima sererast bûn?

TIRKIYE-MISIR

Bi 'Bihara Ereb' re piştî ku desthilatdariya Husnu Mubarek hate têkbirin, Biratiya Misilman bû desthilatdar, lê desthilatdariya wan a li Misrê zêde dewam nekir. Piştî darbeya Sîsî têkiliyên navbera Tirkiye û Misrê xera bûn. Desthilatdariya AKP'ê û Serokkomarê Tirk Erdogan piştgiriya ji bo Biratiya Misilman di siyaseta navxweyî de demeke dirêj bi kar anî, anî ziman ku wê ti carî hevdîtinê bi Abdulfettah Es Sîsî re neke, her wiha muxalefet jî weke 'alîgirê Sîsî' sûcdar kir. Erdogan û AKP'ê çend roj berê Serokkkomar Sîsî li Tirkiyeyê pêşwazî kir. Gelo ev têkilî çawa xera bû, Erdogan û AKP'ê li hemberî Misrê helwesteke çawa nîşan dabû? Bi Misrê re siyaseta xwe ya herêmî çawa diyar kiribû? Em ê li piştperdeya dîrokî ya têkiliyên Tirkiye û Misrê binihêrin.

HILWEŞÎNA DESTHILATDARIYA MUBAREK: EY MISIR, EY DAYIKA CÎHANÊ

'Bihara Ereb' a ku sala 2010'an li Tûnisê destpê kir pêl bi pêl li welatên Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur belav bû. Di Sibata 2011'an de li Misrê jî dawî li desthilatdariya 29 salan a Husnu Mubarek anî. Ev dawîanîn ji bo Birayên Misilman ên li Misrê, ji bo partiya wan a Partiya Edalet û Azadiyê bû destpêka desthilatdariyê. Piştî hilweşandina desthilatdariya Mubarek lîderê Birayên Misilman Mûhammed Mûrsî di Hezîrana 2012'an de bû Serokkomar. Piştî ku Mûrsî hate hilbijartin di 30'ê Îlonê de beşdarî kongreya AKP'ê ya li Enqereyê bû bi axaftina xwe ya li vê derê spasiya hikumeta Tirk kir ku piştgirî da wan. Piştre jî Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan tevî 10 wezîr û 350 karsazan serdana paytexta Misir Qahîreyê kir. Erdogan li Qahîreyê axivî, li vê derê qala meseleya Fîlîstînê û Sûriyeyê kir. Erdogan piştgiriya xwe ya ji bo Birayên Misilman û rêveberiya nû ya Misrê bi gotina 'Ey Misir, ey dayika cîhanê, serê xwe rake. Tu Misrî ye' anî ziman. Erdogan her wiha bi vê gotinê mîsyona lîderiya cografya Îslamê ku xeyala wê dikir anî ziman: "Fîlîstînî serî netewand, wê netewîne. Lubnanî serî netewand, wê netewîne. Iraqî, Efganistanî, Sûriyeyî serî netewand, wê netewîne. Ji ber ku em ji mirovên vê cografyayê bawer dikin, wê demê em serwer in."

TÊKILIYÊN KU PIŞTÎ DARBEYÊ QUT BÛN

Tifaqa pîroz a Erdogan zêde dewam nekir. Salek piştî desthilatdariya Mûrsî di 3'ê Tîrmeha 2013'an de darbeya leşkerî pêk hat û ji desthilatdariyê hate xistin. Serokkomarê wê demê Abdulfettah Es Sîsî dest danî ser rêveberiyê û nerazîbûna Tirkiyeyê ya li hemberî darbeyê rageşiya navbera herdu welatan zêde kir. Demeke kurt piştî xerabûna têkiliyan, di Mijdara 2013'an de Misrê Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê weke 'kesê nayê xwestin' ragihand. Piştî vê gavê têkiliyên navbera Enqere û Qahîreyê di asta maslahatguzaran de dewam kir. Têkiliyên navbera herdu dewletan bi rengekî welê xera bû ku salên dûr û dirêj sererast nebin. Sîsî piştî darbeyê di sala 2014'an de bi beşdariyeke kêm hilbijartin pêk anî û weke Serokkomar hate hlibijartin û desthilatdariya xwe xurt kir. Li Misrê zexta li Birayên Misilman zêde bû û gelek rêveber li Tirkiyeyê bi cih bûn. Ev rewş bû zemîn ku Sîsî hîn bêhtir nerazîbûnê nîşanî Tirkiyeyê bide.

PIRSGIRÊKA BI CÎHANA EREB RE

Rexneyên ku di vê demê de Tirkiyeyê li Sîsî kir û helwesta ku nîşan da ne tenê li Misrê her wiha li cîhana Ereb bû sedem ku têkiliya bi Tirkiyeyê re xera bibe. Erebistana Siûdî û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî ku piştevanên herî mezin ên rêveberiya nû ya Misrê bûn, nerazîbûn nîşanî vê helwesta Enqereyê dan. Vê yekê jî ji aliyê xerabûna têkiliyên Tirkiyeyê yên herêmî ve encamên neyînî bi xwe re anî.

Tevî ku Misrê Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê weke kesekî nayê xwestin ragihand, Tirkiyeyê di asteke bilind de nekarî bersivê bide. Bazirganî û razemeniya navbera Tirkiye û Misrê wê biketibûya xeteriyê. Wezîrê Karên Derve yê wê demê Ahmet Davûtoglû di Mijdara 2013'an de di dema serdana Bahreynê de civîneke çapemeniyê lidar xist û têkildarî Misrê got, "Dema ku têkildarî darbeya leşkerî a li Misrê me dengê xwe bilind kir, armanca me ne ew bû ku dest li karên navxweyî yên li Misrê werdin. Li Misrê me piştgirî neda ti komê, neda ti kesî. Helwesta me ya têkildarî Misrê nîşaneya hurmeta me ya li tercîhên gelê Misrê ye."

NÎŞANEYA RABÎA LI SIYASETA NAVXWEYÎ SERKETIN BI XWE RE ANÎ

Erdogan ji ber windakirina hevalbendê xwe Birayên Misilman li herêmê planên xwe li gorî dilê xwe bi ser nexistibe jî li hundir serketin bi dest xist. Dema ku li Misrê darbe hebû, li Tirkiyeyê jî çalakiyên Gezî hebûn. Erdogan di van salan de ku hewl dida muxalefetê bêdeng bike, nîşaneya 'Rabîa' ku sembola AKP'ê bû, afirand. Ev nîşaneya ku Birayên Misilman di çalakiya rûniştinê ya li dijî darbeya Sîsî bi kar anîn, bi Erebî tê wateya 'çar' û nîşaneya vê yekê ye. Nîşaneya Rabîa her wiha bû nîşaneya Erdogan. Erdogan ev nîşane bi rengê 'Yek dewlet, yek al, yek welat, yek milet' formule kir û rêya ber bi desthilatdariya yek şexsî diyar kir. AKP'ê stratejiyek welê bi salan afirand ku siyaseta derve kir rojeva bingehîn a siyaseta navxweyî. Di guherîna hêzên ehrêmî de hin windahî dîtibe jî ev windahî bi rengekî cuda weke qadeke serweriyê bi kar anî û bi ser xist.

Beşa di rêzê de: Bûyerên ku di qutbûna têkiliyên bi Misrê re rû dan...