BI DÎMEN

Çalakiya YPJ'ê: 3 leşkerên Tirk mirin, 4 jî birîndar bûn

YPJ'ê diyar kir ku li Minbicê li baregeheke artêşa Tirk a dagirker xistine. Hate ragihandin ku di encama çalakiyê de 3 leşkerên Tirk mirin, 4 leşker jî birîndar bûn.

ÇALAKIYA YPJ'Ê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPJ’ê li ser malpera xwe têkildarî çalakiyeke li dijî artêşa Tirk a dagirker agahî parve kirin.

Navendê da zanîn ku şervanên YPJ’ê 10’ê Îlonê li baregeheke artêşa Tirk a dagirker a li gundê Yaşli yê li bakurê rojavayê Minbicê daye.

Navendê diyar kir ku ev çalakî ji bo bîranîna fermandara Minbicê şehîd Şervîn Şerdar hatiye lidarxistin û hate gotin: "Ev baregeh bi awayekî rojane gundewarên Minbicê topbaran dike û jiyana gelê me dixe metirsiyê. Her wiha dewleta Tirk a dagirker ji vê baregehê bi awayekî rojane hewl dide berê çeteyên xwe bide herêmê da ku dagirkeriya xwe firehtir bike. Şervanên me yên YPJ’ê li hember vê baregehê çalakî li dar xist û di encama çalakiyê de radara baregeha Yaşli hate îmha kirin. Her wiha 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 4 ji wan jî birîndar bûn."