ROJEVA 2'Ê GULANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan anî ziman ku bi sîstema tecrîdê re berdêleke giran bi civakê tê dayin.

Parlamentera berê ya HDP'ê Sîbel Yîgîtalp got, "Tecrîda li ser Birêz Ocalan weke şer bandorê li civakê dike. Dewamkirina tecrîdê tê wateya israra di vî şerî de."

Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê Parêzer Yûsûf Erdogan anî ziman ku ew çalakiyên li girtîgehan ên li dijî tecrîdê rewa û mafdar dibînin û got, "Divê dewlet ji bo bicihanîna van daxwazên rewa tavilê gavan biavêje."

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir got, "Di bingeha serdana Erdogan a li Iraqê de konsepteke nû ya tasfiyeyê ya li dijî gelê Kurd heye. Jehrkuja vê konsepta şer jî yekîtî û hevgirtina Kurdan e."

Xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê her roj parêzname û pirtûkên cuda yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixîne û nîqaş dike.

Komunên jinan ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi rêya jinan xwe digihîne civakê û bingeha perwerdeyê datînin.