ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Hiqûqnasê Swîsreyî Urs Matsinger anî ziman, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê zanistiya civakî ve karên gelekî cidî kiriye; sîstema cîhana nû hejandiye û vê yekê di bin tecrîdê de dike.

Tevî ku di ser qetilkirina Jîna Emînî re du sal derbas bûne, têkildarî kuştina mirovan a di dema xwepêşandanan de lêpirsîneke bi tenê ya xurt nehatiye kirin. Zextên qanûnî û pratîkî zêde bûn.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) nameyek ji endamên Konseya Ewropayê re şand û bang lê kir ku berpirsyariyên xwe yên li pêşberî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi cih bînin.

DEM Partî wê encamnameya konferansa xwe ya çar rojan eşkere bike.

Weşanxaneya Meyman bi 5 pirtûkên nû û rêze romana 'Azadî wê bi ser bikeve' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd re amade dike.

Desthilatdariya AKP'ê tevî ku di pozîsyona Misrê de guhertinek nebûye jî têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi vî welatî re ji nû ve da destpêkirin. Têkilî çima xera bûn, çima sererast bûn?