Polîsan êrîş birin ser karkerên Polonez

Karkerên Polonez ku ji ber endametiya sendîkayê ji kar hatin avêtin, ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatin binçavkirin.

BINÇAVKIRINA KARKERAN

Çalakiya karkerên Polonezê yên bi hinceta bûn endamên Sendîkaya Kar a Tek Gida ya li navçeya Çatalca ya Stenbolê ji kar hatin avêtin dewam dike. Di roja 59’emîn a çalakiyê de polîsan mudaxileyî karkerên ku hatin ber kargehê kirin.

Piştî mudaxileyê Sekreterê Tek Gida-Îş’ê yê Bajêr Fûrkan Seyhan jî di nav de gelek kes bi kelemçeya bi paş ve hatin binçavkirin.