NCKD a Rennes kongreya xwe ya 3. Lidar xist

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Rennesê ku li bajarê Fransa Rennesê xebatan dimeşîne kongreya xwe ya 3. lidar xist.

Kongreya NCKD a Rennesê bi tevlîbûna 250 endaman hat lidarxistin. Kongre bi deqeyekê rêzgirtin ji bo hemû kesên ku di tevgera tekoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dayîn destpê kir.

Piştî hilbijartina endamên dîwanê, Endamê Avakirina Dîwanê ya KCDK-E Mûrat Ceylan axivî, Ceylan balkişand ser referandûma ku wê di 16'ê Nîsanê de pêk were û got: "Kurdistaniyên ku li Ewropa dijîn, pêwîste bi şêweyekî cidî xebatekî ya dengê 'NA' ji bo referandûmê bi meşîne."

Rapora xebata salane ya ku hatî pêşkêşkirin, hat nirxandin. Di hilbijartina ku hatî kirin de Meclîsa nû ya ji 65 kesan ku ji 9 komîsyonan pêktê hat avakirin.

Ji bo hevserokatiyê jî Çîgdem Çakir û Engîn Dûman hatin hilbijartin.