Milîsên HBDH'ê li Kocaeliyê fabrîqeyek dan ber agir

Milîsên Karker û Edaletê yên HBDH'ê ragihand ku wan li Kocaeliyê febrîqeyeke aîdî şexsekî MHP’yî yê faşîst dane ber agir.

Milîsên Karker û Edaletê yên HBDH’ê têkildarî çalakiya xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

 ‘’Di 25’ê Nîsanê de fabrîqekeyeke kablo, plastîk, çelîk û hesinî ya li Kocaeliyê ji aliyê milîsên me ve hate şewitandin. Çalakiya şewitandina fabrîqeya kesê faşîst di saet  08.00’an de hate lidarxistin. 

Me ev çalakî ji bo tolhilînîna operasyonên dagirkeriyê yên li Kurdistanê pêk aniye. Em dubare dikin; Wê şer ne tenê li çiyayan be, em ê şerî veguhezînin li bajaran jî.

Em weke neferên Şoreşa Yekbûyî em ê şerê li Kurdistanê veguhezînin li bajaran jî ku navenda sermayeyê ne. Em hemû caran li gel gelê bindest in. Em bi çalakiyên xwe tirseke mezin dixin dilê faşîzmê û patronên sermayedar têk dibin.’’