Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê li DYE’yê bi hişyariyan dest pê kir

Li Munîhê Konferansa Ewlekariyê ya Navnetewî dom dike, Wezîrê Parastinê yê Elmanya Ursula von der Leyan hişyarî da DYE’yê.

Von der Leyen li dijî gotinên rêveberiya nû ya DYE’yê ku li dor dirûşma ‘’Pêşî Emrîka’ teşe digire û polîtîkayên ku NATO’yê veder dike, dengê xwe derxist û têkiliyên bi Rûsyayê re jî rexne kir.

Wezîrê Elman li dij wê derket ku DYE di ser partnerên xwe yên NATO’yê re diqevize û bi tena serê xwe bi Rûsyayê re li hev tê û got, divê NATO tenê ji hêla beşdarbûna maddî ve neyê dîtin. Leyen diyar kir ku dewletên NATO’yê divê bêyî ‘’lê û heke’yê destekê bidine hev.

Leyen behsa qedexeta vîzeyê ya Trûmp a li ser hin welatên misilman jî kir û got ev ê ti sûdê nede têkoşîna dijî rêxistinên terorîst ên cîhadîst. Leyen diyar kir ku divê ev têkoşîn bi hevkarî were dayin.

Wezîrê Parastinê yê DYE’yê Jame Mattîs beriya Konferansa Ewlekariyê ya Navnetewî ya li Munîhê Çarşemê daxuyanî dabû û gotibû welatê wî ji angajmana NATO’yê wê bi paş ve gav bavêje. Mattîs gotibû dewletên girêdayî NATO’yê divê zêdetir bûdçeyê ji bo yekîtiyê veqetînin.

Konseransa Ewlekariyê duh dest pê kiribû. Di konferansê li gel serokdewlet û hikûmetên 20 dewletan her wiha 80 wezîrên parastinê û karên derve jî amade ne. Di konferansê de mijarên rageşiya bi Rûsyayê re, şerê navxweyî yên Sûriyê û Ukraynayê û siberoja Yekîtiya Ewropayê têne nîqaşkirin.