NÛ BÛ III

Kedkar û gelên bindest 1’ê Gulanê li qadan pîroz kirin

Li bajarên Ewropayê bi hezaran kes li dijî şer, xizanî, kedxwarî û dijberiya koçberan daketin qadan. Kurdên ku di çarçoveya pêngava “Ji Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” tevlî pîrozbahiyan bûn li dijî faşîzmê banga yêkitiyê kirin.

1'Ê GULANÊ

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi wesîleya 1’ê Gulanê ji aliyê 8 sendîkayan ve çalakî hat lidarxistin. Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, partiyên siyasî, rêxistinên çep-sosyalîst, rêxistinên ekolojî, rêxistinên jinan, komeleyên koçber û penaberan jî tevlî bûn.

Di meşa 1’ê Gulanê de ku ji Palaîs Unîversitaîre destpê kir, sernava “Justice & Liberte” (Edalet û Azadî” derket pêş.

Zagona teqawidî, Zagona Penaberan a li meclîsê hat qebûlkirin, şerê li Filistîn, Kurdistan û Ûkranyayê rojeva sereke ya kedkaran bû.

Kurd jî bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê.

Beşdaran li pişt pankarta “Ji bo Ewropaya azad, aştî û civakî” cih girtin.

Li gorî agahiyên sendîkayan dane, 20 hezar kes tevlî 1’ê Gulanê bûne, yek jî sedema sereke ya girseyî tevlîbûna vê salê jî ji ber “Reforma Teqawidî” ye ku tevî hemû bertekan jî ji aliyê senatoyê ve hat erêkirin.

MULHOUSE

Li bajarê Mulhouse a Fransayê sendîkayên karkeran, partiyên siyasî û gelek rêxistinên sivîl daketin qadan. Kurd jî bi alayên xwe cihê xwe di çalakiyan de girtin.

Bi hezaran kes ku li navenda bajarê Mulhouse li hev civiyan, bi dirûşmeyan dest bi meşê kirin. Kurdistaniyên ku di refên pêş ên kortejê de cih girtin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Bijî 1’ê Gulanê” hilgirtin û 1’ê Gulanê pîroz kirin.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê 1’ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran a Cîhanê hat pîrozkirin. Gelê Kurd jî bi rengên xwe tevlî bûn.

1’ê Gulanê li bajêr bi bernameyek berfireh hat pîrozkirin. Partiya Sosyalîzma Demokrat a Awûstûryav 134 sal in her sal li pêşiya avahiya şaredariyê bi hezaran kesan re dicive û 1’ê Gulanê pîroz dike. Kurd bi pêşengiya nûnerên FEY-KOM’ê di saetên siharê de bi SPO re li Westbahnhofê li hev civiyan û dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî 1’ê Gulan” û “Hoch die internationale Solidarität“ hatin berzkirin. Bi hezaran kes û komên çep ku heta pêşiya avahiya şaredariyê meşiyan, li ser dîkê hatin silavkirin.

Serokê partiya federal a SPO’ yê Andreas Babler, Endamê Parlementoya Ewropayê Andreaas Schîedler, Şaredarê Viyanayê Michael Ludwig û bi sedan siyasetmedar gelê Kurd silav kirin.

Di danezana ku li ser navê FEYKOM’ê hat xwendin de, sedemên avakirina FEYKOM’ê û xebatên wê hatin vegotin.

Kurdistaniyên ku gelek caran dirûşma "Jin Jiyan Azadî" berz kirin, pankarta "Bijî 1’ Gulanê" û "Es lebe der 1. Mai" û alên YPG, YPJ û HPG'ê hilgirtin. Piştre bi hezaran kesen ku ji dehan rêxistin û partiyên siyasî pêk dihat, cara duyemîn des bi meşê kirin û gihiştin Votîvparkê.

Li qada ku stand hatin vekirin, ji siharê heta saetên êvarê muzîk hatin lêdan û govend hatin gerandin.

LONDON

Li paytexta Îngilîstan Londonê bi hezaran kesên ku bi wesîleya 1’ê Gulanê li hev civiyan, li dijî xîzanî, kedxwariya ked, dijberiya koçberan û modernîteya kapîtalîst daketin qadan. Kurdên ku di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” tevlî çalakiyê bûn, li dijî faşîzma Tirk banga yekîtiyê kirin.

Bi beşdariya sendîkayên karker û kedkaran, rêxistinên koçberan, komên dijberên şer, antî-faşîst, antî-kapîtalîst û anarşîst û rêxistinên şoreşger ên Kurd, Tirk, Elewî, çep-sosyalîst, bi hezaran kes li pêşiya Pirtûkxaneya Marx Memorîal li hev civiyan.

Meclîsa Gel a Kurd û komên enternasyonel di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” di qadê de cihê xwe girtin û alên KCK, YPG û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Gelek caran dirûşmeyên “Freedom for Öcalan”, “Long live May Day”, “Biji PKK “, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.

Di meşê de pankarta bi nivîsa “Israra di sosyalîzmê de israra di mirovahiyê de ye” ku Kurdan hilgirtin balê kişand. Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan jî bi pankartên xwe cihê xwe di kortejê de girt.

Girse ber bi Qada Trafalgarê ve meşiya. Rêxistinên kedê yên ku cihê xwe di kortejê de girtin, bi performansên xwe yên muzîkê coş zêde kirin. Di kortejê de ku dîmenên rengîn derketin, bi dans, stran û dirûşmeyan ji bo hemû kedkar û karkerên cîhanê peyama “bibin yek” hate dayîn.

Meş li Qada Trafalgar bi dawî bû. Di axaftinên li vir hatin kirin de hat xwestin ku dawî li bazirganiya çekan bê anîn ku di polîtîkayên qirkirinê de tên pêkanîn.

Kurdistanî li nuqteyên bilind ên Qada Trafalgarê pankartên Abdullah Ocalan daliqandin. Piştî axaftinan pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya Londonê bi dans û govendê bi dawî bû.

MÎLANO

Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê bi banga sendîkaya Cobas ji bo pîrozkirina 1’ê Gulanê nûnerên gelek sendîka û rêxistinên demokratîk li hev civiyan. Komîteya Kurd û Tora Piştevanî ya Rete Kurdistan jî tevlî pîrozbahiyê bû.

Girseya ku li qada 24’ê Gulanê li hev civiyan, tevî baranê jî dest bi meşê kirin.

Komîteya Kurd ku bi pankarta “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” û bi alên xwe li pêşiya kortejê cih girtin, ji aliyê beşdar û girseya derdor ve eleqeyek mezin dîtin.

Piştî ku danezana Rete Kurdistan û Komîteya Kurd hate xwendin, dirûşmeyên “Bijî Kurdistan”, “Ji Ocalan re azadî” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Pîrozbahî heta saetên dereng dewam kir.

PARÎS

Kurdistanî û dostên wan li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li paytexta Fransa Parîsê li Qada Republique ya dîrokî li hev civiyan.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Azadiya Kurdistanê, li ser navê KCDK-E, CDK-F û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk axaftin hatin kirin.

Li bajarê Graz ê Awûstûryayê bi meşekê 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê hat pîrozkirin. Bi hezaran kes ji Eiserner heta Tor meşiyan.

ÛLM / KASSEL

Li bajarê Ûlm û Kassel ê Elmanyayê jî 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran hat pîrozkirin.

BONN

Li bajarê Bonn ê Elmanyayê jî 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê bi mîtîngekê hat pîrozkirin. Ciwanên Kurd ên tevlî pîrozbahiyê bûn cil û bergên Gerîlayên Azadiyê li xwe kirin û tevlî mîtîngê bûn. Piştî meşê girseya gel li Frankenbadplaztê govend gerandin.

ATÎNA

Bi hezaran kesên ku bi banga Eniya Sendîkayên Karkerên Têkoşer (PAME), Konfederasyona Sendîkayên Karmendan (ADEDY) û Konfederasyona Sendîkayên Karkeran (GSEE) li paytext Atînayê li hev civiyan, cejna 1’ê Gulanê pîroz kirin.

Şoreşgerên Kurdistanî û Tirkiyeyê ku bi pêşengiya Platforma Yekîtiya Çalakiyan a Atînayê û Navenda Çanda Demokratîk a Kurdistanê li hev civiyan, korteja xwe ava kirin.

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” û 1’ê Gulanê de pankart hatin vekirin, raya giştî ya Yewnanîstanê bi belavkirina danezanan di derbarê pêvajoyê de hatin agahdarkirin.

Girse bi berzkirina dirûşmeyên “Ji Ocalan re azadî” , “Bijî berxwedana Gerîla” û “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan” govend gerandin.

Li Lavrîoyê jî bi pêşengiya sendîkayên ked û karkeran pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin lidarxistin. Kurdistanî jî tevlî pîrozbahiyan bûn, pankartên ku balê dikişîne ser berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û Pêngava Azadiyê hilgirtin û govend gerandin.

REÎMS

Navnîşanek din a pîrozbahiyan jî bajarê Reîms a Fransayê bû. Mîtînga ku li ber stasyona Reîmsê hat lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir û bi gerandina govendê dewam kir. Di pîrozbahiyê de hat destnîşankirin ku rizgariya gelêên cîhanê bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Adbullah Ocalan pêkan e û ji bo demildest bi dawîkirina tecrîdê bang li AP û CPT’yê kirin.

Girseya ku piştî mîtîngê ber bi avahiya şaredariyê ve dest bi meşê kirin, rastî eleqeyek mezin a çapemeniya Fransa û biyaniyan hat. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Karkeran”, “Bijî 1’ê Gulanê” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Çalakî li pêşiyaavahiya şaredariyê bi gerandina govendê bi dawî bû.

MUNÎH

Kurdistaniyên li Munîhê dijîn û bi hezaran kes li Kapuzinerplatzê bi banga sendîka, partiyên siyasî û komeleyên li bajarê Munîh ê Elmanyayê bi rengên xwe hatin ba hev.

Di mîtîngê de nûnerên sendîka û saziyan axaftin kirin.

BREMEN

Li Bahnhof a Bremenê jî 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê hat pîrozkirin.