Dayika girtiyê siyasî: Em dixwazin agahî ji Abdullah Ocalan bigirin

Dayika girtiyê siyasî Necla Alkan wiha got: “Em rewşa Birêz Ocalan mereq dikin. Girtiyên me çi dixwazin, em jî wê dixwazin.”

DAYIKA GIRTIYÊ SIYASÎ

Girtiyên siyasî yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd di 27’ê mijdara 2023’yan de ketine greva birçîbûnê, daxuyandin ku ew ji 4’ê nîsanê şûnde çalakiya xwe derbasî qonaxekî nû kirine. Girtî biryar dan ku ew e dadgahan boykot bikin û dê pê telefonê bi malbatên re neaxivin û dê bi malbatên xwe re dernakevin hevdîtinê. Dayika Girtî Cîhan Alkan ê di Girtîgeha Tîpa H ya Eskîşehîrê de tê ragirtin Necla Alkan anî ziman ku daxwazên girtiyan daxwazên wan in.

Alkan diyar kir ku gelek nexweşiyên kronîk ên kurê wê hene û wiha axivî: “Kurê min ev 20 sal in di girtîgehê de ye. Ji wê demê ber bi îro ve gelek nexweşî li kurê min peyda bûn. Kurê min anjiyo bû û emeliyata navtengê derbas kir. Herwiha fitiqa piştê û nexweşiya wî ya mîde û çerm heye. Di demên dawî de kurê min nabin nexweşxaneyê. Hemû serlêdanên me bêbersiv man. Em vê rewşê qebûl nakin. Dewlet dibê qey kurd bê xwedî ne lê ne wisa ye; li pişt girtiyan malbat û hevalêm wam û gelek heye.”

Dayik Alkan bal kişand ser çalakiya girtiyan û da zanîn ku divê derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de agahî were dayîn û wiha derbirî: “Dewlet hewl dide serok û rêberê gelekî tecrîd bike û bide jibîrkirin. Dê bi tu awayî nikarin bidin jibîrkirin. Girtiyên me çi daxwazê dikin em jî hemen daxwazan dikin. Li vê derê gelek tune tê hesibandin. Em dixwazin riyên muzakereyê werin vekirin û pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk were çareserkirin. Gelê kurd êdî şer û pevçûnê naxwaze. Em wek dayikên girtiyan rewşa birêz Ocalan mereq dikin. Heya daxwazên girtiyan tên qebûlkirin, em ê hewl bidin van daxwazan bînin ziman.”