'AKP a nikare xwe li dengên HDP'ê rabigire serî li mobbîngê dide'

Parlamenterê HDP'ê Prof. Dr. Yildirim nerazîbûn nîşanî pêkanînên mobbîngê yên li hemberî endamên SES ên Sêrtê da û destnîşan kir ku AKP nikare xwe li têkçûna 7'ê Hezîranê rabigire.

Parlamenterê HDP'ê Prof. Dr. Yildirim nerazîbûn nîşanî pêkanînên mobbîngê yên li hemberî endamên SES ên Sêrtê da û destnîşan kir ku AKP nikare xwe li têkçûna 7'ê Hezîranê rabigire.

Parlamenterê HDP'ê yê Sêrtê Prof. Dr. Kadrî Yildirim, der barê mobbîng a rêkûpêk de ku di serî de li Sêrtê li gelek cihan tê kirin, li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xist.

Yildirim got, "Li Sêrtê der heqê endamên Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) de bi hincetên pûç lêpirsîn hatine vekirin" û bal kişand ser vê xalê: "Kedkarên Sendîkaya Tenduristiyê, ji bo protokola navbera Denîz Fenerî û Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê de protesto bikin û vê yekê bi raya giştî re parve bikin, xwestin beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya 27'ê Gulana 2015'an a li ber Midûriyeta Polîtîkayên Civakî û Malbatê ya Bajêr bibin, lê belê ji bo tevlî vê nebin gef li wan hatiye xwarin. Piştre bi nav û paşnavekî sexte yê weke Nûrî Yilmaz li Midûriyeta Bajêr re îxbar hatiye kirin û ev îxbar ji Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê re hatine şandin. Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê jî kesek ji bo kontrolê şandiye û der heqê 9 endamên SES'ê de lêpirsîn vekiriye. Sedema vekirina lêpirsînê jî, li derveyî vê daxuyaniya li jorê, di nivîsa fermî de hatiye nivîsandin ku şermezarkirina êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtînga HDP'ê ya Amedê ya 5'ê Hezîrana 2015'an sûc e. Ji xwe Navenda Giştî ya SES'ê bûyer li ser navê saziyê şermezar kiribû. Endamên SES'ê jî bi heman rengî li ser hesabên xwe yên şexsî yên Facebookê nivîsandin 'Em êrîşên nîjadperestî yên li hemberî HDP'ê şermezar dikin' nivîsandin. Ev nivîs weke mijara lêpirsînê hat nirxandin."

'DIJDERKETINA LI NÎJADPERESTÎ Û KOMKUJIYÊ SÛC TÊ DÎTIN'

Yildirim pirsa "Li vî welatî ji kengî ve dijderektina li nîjadperestiyê û komkujiyê weke sûc tê dîtin?" pirsî û got, "Tevî ku rêveberên AKP'ê di her firsendê de dibêjin 'DAIŞ rêxistina terorê ye', kedkarên cemaweriyê dema komkujiya vê rêxistina hov şermezar dikin, der heqê wan de lêpirsîn tê vekirin. Ev nakokiyeke. Eger wê li dijî terorê helwest bê nîşandan, divê ne bi cotstandartî be."

Prof. Dr. Yildirim da xuyakirin ku desthilatdariya siyasî ya nikare dengên HDP'ê di 7'ê Hezîranê de bi dest xistiye qebûl bike, li dijî mirovên dengê xwe dane HDP'ê bi rêkûpêk polîtîkaya çavtirsandinê dimeşîne.