BI DÎMEN

Erdogan bi serdana xwe dixwaze têkçûna xwe telafî bike

Çavdêrê siyasi Mihemed Nesredîn da xuyakirin ku penabirina Erdogan a bo Iraqê belgeya wê yekê ye ku Erdogan ji rêbazên leşkerî tiştek bi dest nexistiye.

Siyasetmedar û çavdêrê siyasî Mihemed Nesredîn têkildarî serdana Erdogan a ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê û têkildarî nakokiyên Iraq û Tirkiyeyê û hewlên dagirkirina Tirkiyeyê ji ANF’yê re axivî.

Têkildarî têkçûnên Erdogan û serdana wî ya ji bo Iraqê, Mihemed Nesredîn wiha got: “Erdogan piştî ku di wan kiryarên xwe yên terorîstî de ku li başûr û rojavayê Kurdistanê dikirin, rastî têkçûnê hat û her wiha piştî wê têkçûna mezin ku di hilbijartinên xwecihî de rastî wî hat, li dû serkeftin yan deskefteke aborî digere da ku  di qada siyasî ya Tirkiyeyê de rûyê xwe spî bike.”

Mihemed Nesredîn bal kişande ser armancên Erdogan ên ji serdana xwe ya Iraqê û wiha got: “Serdana Erdogan a ji bo Iraqê wê têkçûna Erdogan a mezin telafî nake ku di hilbijartinan de rastî wî hatibû û her wiha wê têkçûna wî ya leşkerî jî nake ku çend sal in soza wê dide neteweperestên Tirkiyeyê. Li gorî min di vê serdanê de deskeftên wisa mezin bi destê Erdogan neketin ku wan hemû têkçûnên wî telafî bikin.”

Mihemed Nesredîn da zanîn ku gelê Başûr serdana Erdogan û xemilandina Keleha Hewlêrê bi alaya Tirkiyeyê qebûl nake û wiha domand: “Tiştê gelek girîng ew bû ku başûrê Kurdistanê serdana Erdogan a ji bo Hewlêrê bi temamî red kir û xemilandina Keleha Hewlêrê bi alaya Tirkiyeyê wek eybeke mezin dît.”

Mihemed Nesredîn di berdewamiya axaftina xwe de îşaret bi nerazîbûna gelê başûrê Kurdistanê ya li ser dagirkeriya Tirkiyeyê kir û got: “Redkirina serdana Erdogan a ji bo Hewlêrê ji hêla gelê başûrê Kurdistanê ve wê yekê nîşanî me dide ku li başûrê Kurdistanê du boçûnên cuda hene. Boçûnek bi temamî li dijî wê serdanê bû û wek serdaneke komployî bi nav dike. Boçûna din boçûneke hizbî ye ku zêdetir di berjewendiyên PDK’ê de kom dibe.”

Çavdêrê siyasî Mihemed Nesredîn têkildarî helwesta Iraqê ya li hember dagirkeriya Tirkiyeyê ev tişt anîn ziman: “Penabirina Erdogan a ji bo Iraqê wê yekê îsbat dike ku Erdogan ji hêla leşkerî ve rastî têkçûnê hatiye û tu destkeftek ji kiryarên xwe yên leşkerî bi dest nexistiye. Zehmet e ku Iraq li gel Tirkiyeyê hemahengiyê bike yan odeyeke wan a leşkerî ya hevbeş hebe. Ji ber ku Iraq dixwaze Tirkiye axa Iraqê terk bike û binpêkirina serweriya Iraqê bi dawî bike.”

Mihemed Nesredîn da diyarkirin ku di navbera Iraq û Tirkiyeyê de nakokiyên kûr hene û got: “Ew nakokiyên mezin ku ji hêla siyasî ve di navbera Iraq û Tirkiyeyê de hene, nahêlin ku pêvajoyeke leşkerî ya hevbeş di navbera wan de çêbe. Ji ber ku ne di berjewendiya Iraqê de ye ku ji hêla leşkerî ve piştgiriya Tirkiyeyê bike.”

Mihemed Nesredîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Halê hazir ew hêza Hikûmeta Iraqê tune ye ku bi Tirkiyeyê re bikeve nav pêvajoyeke leşkerî û di heman demê de tu berjewendiya Hikûmeta Iraqê tê de tune ye ku biçe nav pêvajoyeke leşkerî bi Tirkiyeyê re ku tenê sûda wê ji Tirkiyeyê re heye.”